ROJEVA 10'Ê MIJDARA 2024'AN
- 09:00 10 Mijdar 2024
- Rojev
* Tundiya li ser jinan her diçe zêde dibe. Parêzer Yagmur Bîrdal girîngiya parastina cewherî û cihê wê yên di hiqûqê de nirxand û got: “Çalakiyên parastina cewherî yên jinan ne wek ‘parastina rewa’ wek ‘ji qestî kes kuştin’ tê nirxandin. Divê daraza mêr biguhere.” DOSYA
*Hevseroka Eko-Der a Wanê Dîlek Akdag derbarê girîngiya ekolojiyê de axivî û got: "Dema siyanurên li Giyadînê bên xebitandin ev heta Geliyê Zîlanê wê karasetek mezin be. Dixwazin gundiyên wir derxînin.” BI DÎMEN
*Jinên ku piştî qeyûm tayînî şaredariya Êlihê hat kirin çalakiyên xwe didomînin, diyar kirin ku qeyûm pêkanîneke dagirkirinê ye û gotin ku heta qeyûm biçe ew ê çalakiyên xwe bidomînin. DÎMEN HEYE