Bi parastina cewherî, rêxistin û têkoşînê ber bi 25’ê Mijdarê ve (10)

  • 09:03 10 Mijdar 2024
  • Dosya
 
Li pêş parastina cewherî astengiya daraza mêr
 
Arjîn Yuksekbag
 
ENQERE - Tundiya li ser jinan her diçe zêde dibe. Parêzer Yagmur Bîrdal girîngiya parastina cewherî û cihê wê yên di hiqûqê de nirxand û got: “Çalakiyên parastina cewherî yên jinan ne wek ‘parastina rewa’ wek ‘ji qestî kes kuştin’ tê nirxandin. Divê daraza mêr biguhere.”
 
25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî, nêz dibe. Jin li dijî zextên li ser jinan têkoşînê didomînin. Tundî yekser pirsgirêkek mezin a civakiye. Yên herî zêde pê re tên rû hev jî jin in. Peymana ku jin diparast jî bi îmzeya yek kesî hat feshkirin. Piştî vê sûcên li hember jinan jî zêde bûn. Jin ji bo parstina xwe serî li rêbazan dikin. Ev jî parastina cewheriye. 
 
Parêzer Yagmur Bîdal derbarê mijarê de ji ajansa me JINNEWS'ê re axivî. 
 
Yagmur Bîrdal venasîna parastina cewherî kir û got: “Parastina cewherî ji bo beralîkirina êrişê  tê bikaranîn. Pergala hiqûqê ya heyî parastina cewherî wek  wek çalakiyeke li dijî êrişan pêk tê vedinasîne. Ev têgeh her çiqas rasyonel û objektîf bê vegotin jî ji aliyê mêran ve dikeve kalibekê. Pergala hiqûqê ya heyî jî li şûna têgeha tundiyê fêm bikin û tecrubeya jinan bibirînin, hukmên parastina cewherî dike kalibên serdestiya mêr.”
 
‘Her şertî de daraza mêr tê pêkanîn’
 
Yagmur Bîrdal çalakiyên parastina cewherî yên jinan di hiqûqê de di çarçoveya parastina rewa de nayên nirxandin û got: “Jinên tundiyê dibînin ji bo ji tundiyê xilas bikin hevjîn an jî partner dikujin. Di vê nokteyê de daraza ku mêran bêceza dihêle, ji bo jinan ‘ji qestî kes kuştin’ dinirxîne. Her şert û mercî de daraza mêr pêk tê.”
 
‘Darazek rêgezên Ortodoks pêk tîne heye’
 
Yagmur Bîrdal wiha dirêjî dayê: “Jinên bi salane tundiyê dibîni ji bo parastina xwe vê dike. Lê daraza mêr vê îdrak nake. Dema jin tundiye bibîne û vê navberê li hember gumanbarê tundiyê bikuje ev tê wateya li hember jinê êrişek heye. Lê ev 20 sale gumanbarê ku tundiyê pêk tîne, li hember êrişek pêk bê hebûna vê êrişên nayê qebûl nake. Li şûna vê rêgezên Ortodoks esas digirin. Daraza mêr di tundiya li hember jinê de tehrîka bê maf esas digire.”
 
‘Qelsî nayên çareserkirin’
 
Yagmur Bîrdal da zanîn ku di qada mafên jinan de qelsiyên cidî hene û li dijî vêqanûn baş têk nayên. Yagmur Bîrdal wiha dirêjî dayê: “Şertên parastina cewherî li gorî şertên jinan divê bê şîrovekirin. Berovajî vê di krîterên ordoks de israrkirin mexduriyetê hîn bêtir giran dike. Ji bo parastina jinan gelek peyamên neteweyî û navneteweyî hene. Lê Peymana Stenbolê hat feshkirin û qanûna 6284 pêk nayê. Li şûna li dijî tundiya li ser jinan nêzîkatiyek bê nîşandan, qelsî newekheviya zayendî xurt dike. Pergala hiqûqê xwe dispêre perspektîfa serdestiya mêr. Nêzîkatiyekeku tundiya mêr tê veşartinê dertê holê.”
 
‘Divê mafê parastina cewherî bikin bin ewlehiyê’
 
Yagmur Bîrdal wiha dawî li axaftina xwe anî: “ Mijar ne tenê hebûna qanûnane. Divê ev qanûn bikevin jiyanê. Divê pergaleke edaletê ya wekheviya zayenda civakî esas digire  û mafê parastina rewa a jinan bê avakirin. Divê ev qanûn di her qada jiyanê de bikevin dewrê.”