Endamên DEM Partiyê bi malbata Rojîn Kabaiş re hevdîtin kirin 2024-11-19 15:57:29   ENQERE- Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu û Parlamentera Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît bi malbata Rojîn Kabaiş re hevdîtin kirin.   Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Halîde Turkoglu û parlamentera Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyigit Wan bi malbata Rojîn Kabaîş re li meclisê hevdîtin pêk anîn.    Di dema ku der barê mirina bi guman a Rojînê de agahî hatin parvekirin, parlamenteran diyar kirin ku heta mirina bi guman bê ronîkirin dê pirsan bidomînin û dozê bişopînin.