Ji jinên girtî re qert hatin şandin

  • 14:43 19 Mijdar 2024
  • Rojane
 
  
COLEMÊRG – Jinên ku di pêşengiya TJA’yê de hatin gel hev, di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de ji girtiyên jin re kartên piştgiriyê şandin.
 
Li Colemêrgê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan, li Colemêrgê li avahiya Herêmê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) hatin cem hev û ji girtiyên jin ên li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê ne, qertên dilsoziyê şandin. 
 
Jin li avahiya bajêr a DEM Partiyê li hev civiyan û qertên ku amade kiribûn ji postexaneya navçeyê ji girtîgehan re şandin.