Ji jinên Şengalê peyama ‘Divê jinên êzidî xwe bi TAJÊ birêxistin bikin’

  • 09:39 18 Mijdar 2024
  • Rojane
Medya Hawar 
 
ŞENGAL - Jinên êzidî piştgirî dan pêngava TAJÊ ku li dijî tundiyê daye destpêkirin û destnîşan kirin ku divê hemû jinên êzidî xwe li derdora TAJÊ bi rêxistin bikin û li dijî her cure tundiyê têbikoşin.
 
Bi nêzikbûna 25’ê Mijdarê re jin li her derê xwe amade dikin ku derkevin qadan. Yek ji van cihan jî Şengal e ku beriya 10 salan yanî di 3’yê Tebaxa 2014’an de şahidî ji tundî û qirkirina herî mezin a jinan re kir. Jinên êzidî bang li hemû jinan kir ku tundiyê qebûl neke û têkoşîna xwe mezin bike.
 
Di çarçoveyê de Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) di 5’ê Mijdarê de bi dirûşma "Li dijî tundiya li ser jinan Jin-Jiyan-Azadî" pêngav da destpêkirin ku dê heta 25’ê Mijdarê bidome. Girêdayê vê kampanyayê heta niha gelek semîner û civîn pêk hatine û di van semîner û civînan de li dijî tundiyê behsa girîngiya têkoşîn û xweparastinê hatine kirin.
 
Têkildarî pêngava TAJÊ jinên êzidî ji ajansa me JINNEWS'ê re axivîn û diyar kirin ku divê her jineke êzidî xwe li dor TAJÊ bi rêxistin bike û li dijî tundiyê têbikoşe.
 
‘Divê jinên ciwan bi rol û misyona xwe rabin’
 
Endama Yekitiya Jinên Ciwan ên Şengal Avesta Êzidî diyar kir ku pêwîst e Şengal di serî de çar parçeyên Kurdistanê jin xwe biparêzin û bibin a xwe û wiha got: “Her tim jin ji aliyê malbat û civakê ve rastî zext û tundiyê hatine, her tim tundî li ser jinê heye û lazim e em jinên ciwan ku pêşengên civakê ne li dijî tundiya di nav malbat û civakê de bi rol û misyona xwe rabin û têbikoşin. Li Şengalê ji her alî ve tundî li ser jin bi taybetî jinên ciwan heye. Ji bo vê divê wek yekitiya jinên ciwan em jin û ciwanan bi rêxistin bikin. Şerê taybet li ser jin û ciwanan heye û bi vê şerê taybet ciwan ji çand û baweriya xwe têne dûrxistin. Em wek jinên ciwan ji bo ciwanan ji şerê taybet biparêzin wan perwerde û bi rêxistin dikin, her milî ve ji wan re dibin alîkar.” 
 
Piştgiriya ji bo pêngava TAJÊ ya li dijî tundiyê
 
Avesta Êzidî da zanîn ku ew wek jinên ciwan piştgirî didin pêngava TAJÊ ya li dijî tundiyê û ev tişt anî ziman: “Divê em jinên ciwan di çarçoveya vê hemleyê de li dijî tundiyê têbikoşin, ne tenê li Şengalê divê li gelemperiya Iraqê em li dijî tundiyê têbikoşin. Niha li Iraqê qanûna ku zewaca zaroka 9 salî erê û rewa dike heye, em wek tevgera azadiya jin li dijî vê qanûna dijcivakî û dijexlaqî ne û lazim e em li dijî vê tiştî rawestin û têbikoşin. Civaka êzidî bi taybet jin xwe li ser fikir û felsefeya Serok Apo perwerde kiriye û gihiştiye asta ku karibe li dijî her cure tundiyê xwe biparêzin.”  
 
‘Tundiya li ser jinê li ser civak û mêr e jî’
 
Endama Meclisa Jin a Serdeştê Besê Avesta destnîşan kir ku di çarçoveya kar û xebatên 25’ê Mijdarê de gund bi gund, tax bi tax, mal bi mal digerin, derbarê girîngiya 25’ê Mijdarê de jin û civakê agahdar dikin û wiha axivî: “Divê civak bi taybetê mêr tundiya li ser jinên qebûl neke, ji ber tundiya li ser jin di heman demê de tundiya li ser civak û mêr bi xwe ye jî.”
 
‘Divê jinên êzidî xwe li dor TAJÊ birêxistin bikin’
 
Di heman mijarê de Endama Meclisa Jin Digurê Nazê Elyas jî destnîşan kir ku divê her jineke êzidî xwe li dora TAJÊ birêxistin bike, xwe nas bike û nirxandin kir: “Li dijî tundiya li ser jin me di 5’ê Mijdarê de pêngav da destpêkirin. Di çarçoveya vê pêngavê de me belavok belav kir, semîner pêk anîn, bi jin û civakê re hatin gel hev û meş pêk anîn. Di nav civak û malbatê de her tim gotina zilam derbasdar e, divê gotina jin jî li her derê hebe û derbasdar be. Niha jinên êzidî ku xwe bi fikir û felsefeya Serok Apo perwerde û bi rêxistin kirine, xwe baştir nas dikin û di her aliyê jiyanê de cihê xwe digirin. Jinên ku xwe bi fikrên Rêber Apo perwerde kirine dikarin ew jinên ku rastî tundiyê tên perwerde bikin û rakin ser piyan. Em bang hemû jinan dikin ku xwe bi fikir û felsefeya Rêber Apo perwerde û bi rêxistin bikin û li dijî her cure tundiyê têbikoşin. Divê her jineke êzidî xwe li derdora TAJÊ bi rêxistin bike û xwe nas bike. 
 
Ji aliyê din ve zarok xwedî kirin, nan çêkirin, mal meyzandin û hwd. ev ne tenê maf û heqê jinê ye, jin derveyî mal jî dikarin her tiştî bikin û ji mêran baştir jî dikin. Dema fermanê herî zêde keç û jinên me rastî êrîş û zehmetiyan hatin, ji ber vê yekê divê jinên êzidî hîn zêdetir xwe bi rêxistin bikin û li dijî tundiyê têbikoşin.” 
 
'Êrişa dewleta tirk a li ser Şengalê jî tundî ye'
 
Her wiha di dawiya axaftinan de jinên êzidî êrîşên li ser Şengalê ku ji aliyê dewleta tirk ve tê kirin jî wek tundî pênase kir û ev tişt vegotin: “Dewleta Iraqê bi tu awayî me nas nake, erd û ezmana Iraqê firotiye dewleta tirk loma dewleta tirk wisa bi rihetî êrîşê me dike. Ger Iraq piştgirî neda niha dewleta tirk nedikarî wisa hêsan êriş bike. Divê civaka êzidî bi taybetî jinên êzidî li dijî van êrîşan bibin yek û rabin ser xwe. Ji aliyê din ve her kes dizane ku Iraq û mala Barzanî dema fermanê Şengalê firotin. Ji ber vê yekê ger êzidî bibin yek ne pêkan e ku hikûmeta Iraqê jenosîdê nas neke.”