Piştî mîtîngê bi dirûşmeyên 'Jin, Jiyan, Azadî' meşiyan

  • 16:22 17 Mijdar 2024
  • Rojane
ÊLIH – Piştî mîtînga Êlihê ciwan bi dirûşmeyên “Jin, jiyan, azadî” ber bi Çerxerêya Basînê ve meşiyan.
 
Mîtînga "Azadî û Demokrasî" ya ku li Êlihê bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk hat lidarxistin, piştî konserê bi dawî bû.
 
Piştî mîtîngê ciwan ji nuqteyên kontrolê meşiyan û bê navber siloganên "Jin, jiyan, azadî" û "Elîh wê bibe gora faşîzmê" berz kirin.
 
Girseya ku ji Nexweşxaneya Dewletê ya Êlihê ber bi Çerxerêya Basînê ve bi dirûşmeyên "Xeta me Bêrîtan e, Rêberê me Ocalan e" meşiyan. Ciwan bi rêya kolanên kêlekê ber bi avahiya şaredariyê ya girtî ve bi pêş ve diçin.
 
Polîsan bi ava şid û gaza îsotê êrîşî girseya gel kir.
 
Agahiyên berfireh tên…