Tulay Hatimogulları: Ger hûn ji dil in, deriyê Îmraliyê vekin

  • 15:41 17 Mijdar 2024
  • Rojane
 
ÊLIH - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogullari xîtabî hikûmet û dewletê kir û got, "Eger hûn ê bi cidiyeta dewletekê tevbigerin, pêşî deriyê Îmraliyê vekin, bila birêz Ocalan derkeve û peyama xwe bide tevahiya Rojhilata Navîn."
 
Mîtînga "Demokrasî û Azadî" ya ku bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd tê lidarxistin, bi coş dewam dike.
 
Di mîtîngê de Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari axivî û bi Kurdî gel silav kir. Tulay Hatimogullari di destpêka axaftina xwe de Şaredarê Êlihê Edîp Solmaz ê 45 sal berê hat qetilkirin bi bîr anî û got, “Bila bê zanîn kesên ku di wê demê de Edîp Solmaz gulebaran kirin, heman zîhniyet e ku niha qeyûm tayînî şaredariyên me dike. Yên ku di wê demê de ew gule barandin, piştre bi pêlavên xwe yên leşkerî derketin kolanan û darbe kirin û yên ku niha qeyûm tayîn dikin şaredariyên me jî heman darbekar in."
 
'Deriyê Îmraliyê vekin'
 
Tulay Hatimogullari bal kişand ser daxuyaniyên der barê pirsgirêka Kurd de û wiha dewam kir: “Niha hemû Tirkiye vê pirsê diaxive û nîqaş dike. Pêşketinên curbecur hene ku bi destavêtinê dest pê dikin û em tam nizanin ew çi dixwazin. Em weke DEM Partiyê, gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê helbet li aliyê aştiya bi rûmet in. Zêdeyî 40 sal in em ji bo aştiyê têdikoşin. Ji bo edalet û demokrasî were vî welatî, ji bo xwişk û biratî û wekheviya rast a di navbera gelan de me têkoşîn da. Her carê hewl dan serê Kurdan biperçiqînin? Hewl dan şoreşgerên Tirkiyeyê yên ku bi gelê Kurd re piştgirî dan biperçiqînin. Lê bi ser neketin. Em ji vir bang li Enqereyê dikin. Me di her firsendê û li her derê de diyar kir ku em ji bo aştiyeke bi rûmet û çareseriya li ser bingehên demokratîk amade ne. Ji ber vê yekê me got ger hûn ciddî bin û bi cidiyeta dewletekê tevbigerin, pêşî deriyê Îmraliyê vekin. Bila Ocalan derkeve û peyama xwe bide tevahiya Rojhilata Navîn. Em dibêjin ger hevkarê biçûk ê hikûmetê li ser peyamên ku dide raya giştî ciddî ye, divê pêşî wezaretên xwe aktîv bike, bila deriyên Îmraliyê bên vekirin, birêz Ocalan derkeve û peyamên xwe bide gelê Kurdl, gelên Rojhilata Navîn parve bike."
 
 
Tundiya li ser jinan
 
Tulay Hatimogullari bal bir tundiya li ser jinan û wiha got:"Ev hikûmet herî zêde zilmê li jinan dike. Tehamula wan a li hember jinan di siyasetê de û di qada giştî de xuya ye. Me bi xwe di vê pêvajoya hilbijartinê de bandora Hizbul-kontra ya li ser vê mijarê li Êlihê dît. Tevî vê yekê gelê Êlihê bi rûmeteke mezin partiya xwe hembêz kir û namzetê partiya me hilbijart. Ev pêkanînên dijdemokratîk, bi taybetî tayînkirina qeyûman, helwesteke li dijî nûnertiya me jinan a li her derê ye. Xeta me ya binefşî ya hevserokatiyê û temsîliyeta wekhev qebûl nekirin. Qebûl nakin jin di siyasetê de bi awayekî aktîf bilîzin. Dibêjin tu siyasetê çi dikî, here mala xwe. Lê belê yên ku dibêjin 'Jin jiyan azadî/Jin jiyan azadî' em jin in."
 
Çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd jiyanî ye
 
Tulay Hatimogullari got:"Em ê bi şev û roj xebatên xwe yên ji bo aştiya Rojhilata Navîn bi taybetî Tirkiyeyê bidomînin. Em banga xwe ya ji vir careke din dubare dikin. Werin em bi hev re pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê bi rêbazên aştiyane û demokratîk çareser bikin. Tirkiyeya ku pirsgirêka Kurd dikare çareser bike, dikare aştiya Rojhilata Navîn bi hêztir bi rê ve bibe. Em ji dil bi vê bawer in. Ji ber vê yekê em careke din dibêjin ciwan û jinên delal, em bi hev re dibêjin 'Bila deriyên Îmraliyê bên vekirin.' Em dibêjin bila birêz Ocalan derkeve. Bizanin bangên tê kirin ne tenê ji bo gelên Tirkiyeyê, ji bo gelên Rojhilata Navîn wê bibe alîkar. Ji ber vê yekê bila em hemû ji vir bi çepik û tilîliyên xwe cara dawî banga aştiyê bikin.”
 
Mîtîng bi derketina ser dikê ya Kolektîfa Rîtmên Azad berdewam kir.