Jin li sînorê Îranê ne: Jin jiyan azadî
- 17:39 17 Mijdar 2024
- Rojane
AGIRÎ – TJA’yê ji bo jinên ku biryara darvekirinê hatiye dayîn li sînorê Gurbulak daxuyanî dan û gotin: “Li dijî rejîma Molla û pergala serdest a mêr em ê bêjin jin jiyan azadî.”
Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê ya Navneteweyî li navçeya Bazid a Agiriyê Deriyê Sînor yê Gurbulak ji bo jinên ku Îranê der barê wan de biryara darvekirinê hatiye dayîn daxyanî da. Gelek jin tevli daxuyaniyê bûn û pankarta ‘li dijî edeleta Molla bi felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ em li kolanane’ vekirin.
Hevseroka DBP’a Îdirê Kezban Karasu Tanca got ew ji vir bang li hikûmeta Îranê dikin û got hikûmeta Îranê bi cezayê darvekirinê sûcê mirovahiyê dike û got mafê destura bingehîn ya gelan tê tunekirin.
Kezban Karasu Tanca daxuyakirin ku ji Jînayê heta Werîşeyê, heta Pexşax Ezîzê û hemû jinan, wê bi felsefeya jin jiyan azadî jiyanê heyî bikin û têkoşîna xwe bidomînin.
Daxuyanî bi dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ bidawî bû.