Tevî îtîrafên JÎTEM'ê jî aqûbeta Alî Tekdag nayê eşkerekirin

  • 13:32 16 Mijdar 2024
  • Rojane
 
STENBOL - Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe vê heftê de li aqûbeta Alî Tekdag pirsîn û gotin: "Çend sal derbas dibe bila bibe em ê ji bo eşkerakirina li aqûbeta windayên xwe lêgerîna xwe ya edaletê bidomînin."
 
Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê, ji bo pirsa li aqûbeta windayên xwe yên di binçavan de hatine windakirin, cara 1025'an li Qada Galatasarayê kom bûn. Di çalakiyê de wêneyên windayên xwe û qurnefîl girtin destê xwe. Gelek parêzvanên mafên mirovan tevlî çalakiyê bûn. Vê heftê di çalakiyê de li aqûbeta Alî Tekdag hat pirsîn. Metna daxuyaniyê ji hêla seroka Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Colemêrgê Sîbel Çapraz ve hat xwendin. 
 
Sîbel Çapraz, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê siyaseta înkar û bêcezahiştin mezin dibe û got: "Di hefteya 2025'an de, em daxwaza xwe ya edaletê ya 30 sal in ji bo Alî Tekdag tînin ziman carekdin ji raya giştî re parvedikin. Alî Tekdag bavê 7 zarokan e. Li Amedê dijiya. Bavê wî li Baglara Amedê pastaxaneyek dida şixulandin. Alî Tekdag di nav HEP'ê de siyaset dikir. Bi dehan caran hat binçavkirin û bi işkenceyên giran re derbas bû. 
 
Di 3'yê Mijdara 1991'an de Alî Tekdag bi hevjîna xwe re ji ma derket. Ji bo danûstandinê çûn Deriyê Çiyê. Dema hatin Şekerbankê ji hêla kesên sivîl û bi çek ve bi zorê li minûbusê hat siwarkirin. Serdana malbata Tekdag û ÎHD'ê bê encam man. Binçavkirina Alî Tekdag hat înkarkirin. Lê belê piştî 45 roj şûnde kesekî bi navê S.D, diyar kir ku ew Alî Tekdag dema birine li Navenda Çevik Kuvvetê ya Amedê dîtiye û Alî qîr kiriye û gotiye ku 'Ji malbata min re bêjin dê min qetilbikin'. 
 
Rojnameya Evrenselê di 21'ê Çileya 1996'an de nûçeyek bi sernavê "Îtîrafên efserekî JÎTEM'ê" weşand û diyar kir ku Alî Tekdag 120 rojan îşkence dîtiye û piştre jî hatiye gulebarankirin. Dû re ji bo neyê naskirin bi benzînê hatiye şewidandin û li ser rêya Farqîn û Amedê di newalekî de hatiye definkirin. Malbat bi israr serlêdan kir û 7 caran lêpirsîn hat destpêkirin, lê bê encam ma. 
 
Li ser vê yekê Hatîce Tekdag serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da. DMME, diyar kir ku ji ber ku lêkolîneke hewce nehatiye kirin û lêpirsîneke qels pêk hatiye Tirkiye mehkûm kir. 
 
Di 30'yemîn windakirina Alî Tekbaş a di binçavan de, em carek din banga darizandina faîlan dikin. Çend sal derbas dibe bila bibe dê ji bo xizmên xwe yên di binçavan de hatine windakirin lêgerîna xwe ya edaletê bidomînin. Em carek din dibêjin divê dewlet li gorî formên hiqûqî yên gerdûnî tevbire."
 
Piştî daxuyaniyê Dayik û Mirovên Şemiyê qurnefîl Qada Galatasarayê.