Têkildarî tundiya li ser jinan semîner hatin dayîn

  • 21:17 13 Mijdar 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di semînerên li gelek kantonên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, mijara tundiya li ser jinan û makenîzmaya têkbirina wê bi rêya hevgirtina jinan, hat nîqaşkirin.
 
Di çarçoveya çalakiyên 25ˋê Mijdarê, Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê de, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya li Reqayê semînerek da.
 
Semîner li hola Mişwar a başûrê bajarê Reqayê hat dayîn. Tê de endamên meclis û komînan, Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), nûnerên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Meclisa Idliba Kesk û şênî beşdar bûn.
 
Di semînerê de 2 mijarên sereke, mijara têkoşîna dijî tundiya li ser jinan û rewşa jinên tundî lê hatiye kirin hatin nîqaşkirin. Endama Komîteya Perwerdeyê ya Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Kerem Şihab semîner bi rê ve bir.
 
Kerem Şihab diyar kir ku di civaka xwezayî de dayika xwedawend bi cesaret civak di hemû aliyên wê de, bi rê ve dibir.
 
Kerem Şihab destnîşan kir ku tundiya li ser jinan ne tenê ya fîzîkî ye û got: "Cûreyên tundiyê wiha ne; tundiya fîzîkî, hestiyarî, cinsî, derûnî, aborî, ruhî, çandî, gotinên nebaş, tenduridtî û paşguhkirin."
 
Hevseroka Konfedraliya Rêxistinên Civaka Sivîl a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nesrîn Hesen destnîşan kir ku hişmendiya baviksalarî di hemû qadan de jinan paşguh û înkar dikin.
 
Nesrîn Hesen destkeftiyên jinan ên di Şoreşa 19'ê Tîrmehê de silav kir û bang bilindkirina asta têkoşînê ji bo bidawîkirina tundiyê kir.
 
Minbic
 
Li bajarê Minbicê jî Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya civînek li dar xist. Di civînê de bal li ser metirsiyên ji ber tundiyê û bandorên wê hat kişandin.
 
Civîn li avahiya Gerînendetiya Gumrikê ya bajêr bi beşdariya endamên gerînendetiyê, meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya û Meclisa Jinan a Sûriyeyê hat lidarxistin.
 
Di civînê de rêvebera Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Jinan a Sûriyeyê Neqşiye Xelîl tundiya li ser jinan pênase kir û dîroka 25ˋê Mijdarê şîrove kir.
 
Neqşiye Xelîl sûcên li herêmên dagirkirî li dijî jinan ji hêla dewleta tirk û komên wê tên kirin, şerrmezar kirin.
 
Her wiha rêvebera Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Nesrîn Hesen Mela diyar kir ku ev civîn ji bo bilindkirina asta zanabûna civakê der barê xeteriyên tundiyê û bandorên wê li ser jiyana civakî û malbatî de tên lidarxistin.
 
Şehba
 
Kongra Star a bajarokê Ehdas ê kantona Efrîn û Şehbayê paneleke diyalogê der barê heman mijarê de li dar xist.
 
Di serî de endama Kongra Star Hemîde Mihemed destnîşan kir ku pêwist e civak di aliyê têkoşîna li dijî tundiyê de were hişyarkirin.
 
Piştre beşdaran teqezî bi bilindkirina asta têkoşînê bi rêya vekirina perwerdeyan, da.
 
Di dawiya panelê de peyamên her du şehîdan Rojger Hêlîn û Asye Elî ku di 23'yê Cotmehê de, li Enqereyê çalakiyeke fedayî pêk aniye, hatin xwendin.