Jinan cezayê darvekirinê yê li dijî Werîşe Mûradî şermezar kir

  • 15:18 14 Mijdar 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinan li kantona Tebqayê cezayê darvekirinê ku desthilata Îranê li dijî çalakvan Werîşe Mûradî biriye, şermezar kir û bang kir ku ev biryar demildest were sekinandin.
 
Li kantona Tebqayê bi dehan jin, nûnerên tevgerên jinan ên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya, li dijî biryara cezayê darvekirinê yê li dijî Werîşe Mûradî çalakiyek li dar xist.
 
Çalakî li pêşiya avahiya Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya li Taxa Duyemîn a bajarê Tebqayê hate dayîn. Endama rêveber a kombûnê Nûr El Hefnî daxuyaniyek bi navê kombûnê xwend.
 
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku sûc û binpêkirinên li dijî jinên çalakvan û parêzvanên mafên mirovan, azadiyê û demokrasiyê zêde dibin.
 
Hate bibîrxistin ku çalakvan Werîşe Mûradî li hember cezayê darvekirinê yê li dijî Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî dest bi gireva birçîbûnê kiribû û tevî  binpêkirinên bedenî û derûnî û qedexekirina hevdîtina wê bi malbat û parêzeran re, lê bê teredud li hember pergala Îranê di nav girtîgehê de, têkoşîna xwe didomîne.
 
Di daxuyaniyê de cezayê li dijî Werîşe Mûradî hate şermezarkirn û bang li civata navneteweyî û rêxistinên mafên jinan û mirovan hate kirin ku fişarê li rejîma Îranê bikin ji bo ku vê biryarê rawestîne, girtiyên siyasî û yên jin serbest berde.
 
Di daxuyaniyê de hate gotin kampanya "Na ji darvekirinê re, erê ji jiyana azadî re" dê bidome. Bi boneya 25'ê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî jî banga hevgirtinê li jinan hate kirin û hate gotin dirûşma `Bi felsefeya jin, jiyan, azadî xwe biparêze'  bikin dirûşmeke gerdûnî.