Komeleya Jinan a Star: Di nav 10 mehan de 10 mirinên bi guman

  • 15:16 14 Mijdar 2024
  • Rojane
 
WAN - Seroka Komeleya Jinan a Star Zeynep Demîr di rapora xwe ya tundiyê ya salane de wiha got: “Di sala 2024’an de li Wanê di nav 10 mehan de 10 mirinên bi guman, 2 kuştinên jinan û 1 zarokek hat kuştin. Di sala 2024’an de 61 serlêdan li komeleya me hatin kirin.
 
Komeleya Jinan a Star û Tevgera Jinên Azad (TJA) ya Wanê bi nêzîkbûna 25’ê Mijdarê rapora xwe ya salane ya şîdeta li ser jinê eşkere kir. Jinên ji rêveberiya komeleyê û jinên TJA'yê beşdarî daxuyaniya çapemeniyê ya li avahiya komeleyê bûn.
 
Seroka komeleyê Zeynep Demîr metna daxuyaniyê xwend. 
 
Zeynep Demîr di destpêke de bal kişand ser dîroka 25'ê Mijdarê û got: "Li gorî çeteleya me ya sala 2022'yan û 2023'yan 17 jin bi guman jiyana xwe ji dest da. Di sala 2024'an de jî di nav 10 mehan de jî 10 jin bi guman jiyana xwe ji dest da. 2 jin hatin qetilkirin û pitikek hat kuştin."
 
Zeynep Demîr, da zanîn ku faîlên mirinên biguman tu carî aşkera nabin û ev yek ji ber parastina kiryaran e û wiha axivî: "Di sala 2024'an de 61 jin serî li komeleya me da. 20 kes di temenê 18-25'an de bûn. 16 kes di temenê 25-45'an de bûn. Jin bi şîdeta derûnî, fîzîkî, aborî û dijîtal re rûbirû dimînin. Em dibêjîn şîdet polîtîk e û em ê li dijî şîdetê têkoşîna xwe ya bi rêxistinî bidomînin."
 
Daxuyanî bi dirûşma "Jin, jiyan, azadî" bi dawî bû.