Li dijî tundiyê jin vexwendin 25'ê Mijdarê

  • 15:15 14 Mijdar 2024
  • Rojane
 
ENQERE - Platforma Jinan a Enqereyê ya ku îro çû serdana Sosyete Pazari ya Sîhhiyê, li dijî tundiya li ser jinê, hemû jin vexwend qada 25'ê Mijdarê.
 
Platforma Jinan a Enqereyê ji bo meşa ku dê di 25'ê Mijdarê de li dar bixin, îro li esnafên Sosyete Pazari (Sûka Pêncşemê) ya Sîhhiyeyê belavok belav kirin.
 
Jinan bang li jinên esnaf kirin ku li dijî her cure şîdetê û li dijî xizaniya jinan têbikoşin û gotin, “Dema hûn îro hesab dikin, butçeya jinan rojane 0,68 quruş e. Werin em bi hev re li dijî vê xizaniyê, li dijî desteserkirina mafên me yên bi dest ketine, li dijî tundiyê, li dijî îstismara zarokan têbikoşin. Werin em di 25’ê Mijdarê de kolan û qadan tije bikin û bêjin ‘ev hukumet û îktidar deyndarên me ne’. Em hemû jinan vedixwînin qadan.
 
Jin xebatên xwe yên 25'ê Mijdarê dewam dikin.