Ji Stenbolê bangawazî kirin: Dê têkoşîna me bidome
- 22:03 12 Mijdar 2024
- Rojane
STENBOL - Di daxuyaniya Rêxistina DEM Partiyê ya Navçeya Bagcilarê ya li dijî qeyûm de hat destnîşankirin ku divê xeta têkoşîna hevpar a li dijî polîtîkaya qeyûm bê berfirehkirin û wih hat gotin: "Heta pêkanînên qeyûm bi dawî bibin wê têkoşîna me bidome."
Rêxistina DEM Partiyê ya Navçeya Bagcilarê li dijî qeyûmên tayînî şaredariyên Esenyurt, Mêrdîn, Êlîh û Xelfetiyê li ber avahiyên navçeyê daxuyanî da çapemeniyê.
Gelek welatî, nûnerên CHP’ê yên navçeya Bagcilarê û rêxistinên sivîl jî beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta "Şaredarî yên me ne, em destûrê nadin desteserkirinê" hat vekirin û pankarta "Her der Êlihê, her der berxwedan e" hatin hilgirtin.
Di daxuyaniyê de bê navber dirûşmeyên "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" hatin berzkirin. Li ser navê beşdaran, Hevseroka DEM Partiyê ya Navçeya Bagcilarê Nurten Varlik daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku dê bi berxwedana hevpar bi ser kevin û wihat hat gotin: "Divê xeta têkoşîna hevpar a li dijî polîtîkaya qeyûm bê berfirehkirin. Heta pêkanînên qeyûm bi dawî bibin wê têkoşîna me bidome."
Daxuyanî bi berz kirina dirûşmeyan bi dawî bû.