Eniya Jinên Başûrê Kurdistanê ji bo Werîşe Mûradî bang kir

  • 15:32 12 Mijdar 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Eniya Jinên Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyekê bang li hemû jinan, rêxistinên mafê mirovan kir da ku dijî cezayê darvekirinê yê li Werîşe Mûradî hatî birîn rawestin û hate gotin: “Çawa Werîşe Mûradî li girtîgehê bû dengê me hemû jinan, divê em jî bibin dengê Werîşe Mûradî.”
 
Rejîma Îranê bi tometa "Endamtiya rêkxistina çekdarî ya li dijî Îranê" di 10’ê Mijdarê de cezayê darvekirinê li girtiya siyasî ya Kurd û Endama Komeleya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Werîşe Muradî birî. Nerazîbûnên dijî biryara darvekirinê her ku diçin zêde dibin.
 
Divê çarçoveyê de Eniya Jinên Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyekê bang li her kesê kir ku dijî cezayê darvekirinê bibin dengê Werîşe Mûradî û rê nedin darvekirinan.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
“Bi dirûşma ‘jin jiyan azadî’ ku berî du salan jinan li Rojhilatê Kurdistan û Îranê li dijî zilma desthilata Îranê rabûn, jin bûn sembola serhildan û serdemeke mezin li cîhanê bi taybetî jî Rojhilata Navîn û Îranê. Pêşengtiya ku jinan bi wî ruhî têkoşîn kirin, bûn hêz û îrade ji bo hemû jinên cîhanê. Jinên şoreşger ên Kurd jî hem hêz dan vê serhildanê û pêşengtî jêre kirin. Yek ji wan jinan jî têkoşer û çalakvan Werîşe Muradî bi nasnav Ciwane Sine bû ku salên dirêj bêy westan ji bo hişyarkirin û azadiya jinan têkoşîn daye.
 
Di çarçoveya wan armanc û hêviyên ku ji bo azadiya jinan jiyana xwe jêre veqetandibû û pêşengtî jêre dikir de, di 31’ê Tîrmeha 2023’yan de ji aliyê hêzên Îtlaeta rejîma dagirker ya Îranê ve hat girtin. Lê hêvî û armancên Werîşe Muradî ya ji bo azadiya jinan di nava girtîgehê de hîn mezintir bû. Di girtîgehê de jî dest ji têkoşîna azadiyê berneda. Tevî zext û êşkenceyên derûnî û astengiya hevdîtina li gel malbat û parêzeran, lê Werîşe hertim hewl da dengê xwe û girtiyên din ên siyasî bigihîne civakê û dervey girtîgehê. Li gel girtiyên jin ên siyasî yên Kurd li dijî darvekirinê helwestek tûnd nîşanda û daxwaza rawestandina cezayên darvekirinê kir. Di roja cîhanî ya li dijî cezayê darvekirinê de di nameyekî ku ji civaka navdewletî û rêxistinên navneteweyî re şandibû, gotibû: “Ji bo gihandina rewşa niha û di heman demê de li dijî wan çewisandinên ku bi serê azadîxwazan de tên sepandin, ji bo demek nediyar dest bi greva birçûnê dikim. Ev çalakî ji bo rûbirûbûna li dijî kuştin û cezayê darvekirina ku bi salane ji aliyê hikûmeta Îranê ve tê pêkanîne.
 
Mixabin di 10’ê Mijdarê de dadgeha rejîma Îranê cezayê darvekirinê li jina pêşeng û çalakvan Werîşe Mûradî birî. Bê ku danişîna dadgehê pêkbê û dema parastinê bi Werîşe Muradî û parêzeran bide biryar hate dayîn.
 
Diyare ev siyaseta darvekirinê ya Îranê bi armanca çavtirsandinê ye, lê me dît ku di salên borî de bi tirsandin û bêdengkirinê, êşkencekirin û darvekirinê ruhê têkoşînê ya ji bo azadiyê bêdeng nebû. Em weke jinên Başûrê Kurdistanê bang li hemû jinên cîhanê dikîn, çawa Werîşe Mûradî di girtîgehê de bû dengê hemû jinan, em jî bibin dengê Werîşe Mûradî û dijî cezayê darvekirinê dengê xwe bilind bikîn. Em çend bikarîn hemberî siyaseta darvekirinê dengê xwe bilind bikin, emê ew qas bikarin darvekirinan jî rawestînin. Pêwîste em hemû bi yek dengî hemberî darvekirina Werîşe Mûradî rawestîn.
 
Desthilatdarên rejîma Îranê bila baş bizanin ku eger zilm û zordariya li ser gel û jinan dewam bikin, wê dawiya xwe bînin. Em bang li desthilatdarên Îranê dikin dawî li vê siyaseta bênin û êdî zarokên vî gelî bi darvekirinan ne tirsînin. Herwiha bang li rêxistinên mafê mirov, hêzên demokratîk dikin ku hemberî vê darvekirinê xwedî helwest bin.”