Li 10 navçeyên Wanê berteka li dijî qeyûm
- 15:27 12 Mijdar 2024
- Rojane
WAN - Li dijî tayînkirina qeyûman, li 10 navçeyên Wanê çalakî hatin lidarxistin û banga mezinkirina têkoşîna hevpar hate kirin.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) li dijî xespa qeyûman li navçeyên Erdîş, Qelqelî, Elbak, Seray, Miks, Payîzava, Ebex, Westan, Şax û Bêgiriyê yên Wanê daxuyanî dan.
Erdîş
Daxuyanî li pêşiya avahiya DEM Partiyê ya Erdişê hate dayin. Rêveberiya bajar û navçeyan a DBP’ê, Hevşaredara Erdîşê Guler Temel û endamên Meclisa Şaredariyê û gelek kes tev li bûn. Di daxuyaniyê de gelek caran dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Dê roj were AKP dê hesabê bide gel”, “Bijî berxwedana gelê kurd” hatin berzkirin. Ji rêveberên DBP’a Erdîşê Yilmaz Îşleyen diyar kir ku bi tayînkirina qeyûman re şaredarî ji gel re hatine girtin û bi bloqên betonan re veguherîne navendên alîgirên îktîdarê.
Daxuyanî, piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
Qelqelî
Li Qelqeliyê jî li pêşiya avahiya DEM Partiyê daxuyanî hate dayin. Rêveberiyên DBP’ê yên bajar û navçeyê, Hevşaredarên Qelqeliyê Sakîne Kutpinar û Ecevît Ceylan û endamên Meclisa Şaredariyê û gelek kes tev li bûn. Rêveberê DEM Partiyê yê navçeyê Mehmet Uçar got ku qeyûm, xespkirina vîna gelê kurd e.
Daxuyanî, bi dirûşma “Bijî berxwedana gelê kurd” bi dawî bû.
Ebex
Daxuyaniya li Ebexê li pêşiya avahiya DEM Partiyê hate dayin. Hevserokê DEM Partiyê yê navçeyê Farûk Tirak, Hevşaredarê Ebexê Fettah Hasçelîk, rêveberên partiyê, endamên Meclisa Şaredariyê û gelek kes tev li bûn. Tirak, di daxuyaniyê de got ku tayînkirina qeyûman li dijî demokrasiyê ye û ev tişt anî ziman: “Îktîdara AKP-MHP’ê di nenaskirina mafên demokratîk û siyasî yên gelê kurd de israr dike û qebûl nake gel bi xwe îradeya xwe hilbijêre.”
Daxuyanî, bi dirûşm û çepikan bi dawî bû.
Elbak
Daxuyanî li pêşiya avahiya DEM Partiyê hate dayin û gelek kes tev li bûn. Hevserokê DEM Partiyê yê navçeyê Şahîn Dîlara daxuyanî xwest û got ku divê îktîdar ne ji bo qeyûman ji bo demokrasiyê bi israr be.
Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
Li navçeyên Westan, Şax, Serav û Payîzavayê jî metna hevpar a daxuyaniyê hate xwendin û hat gotin ku dê destûrê nedin qeyûman.