Serdana ji bo berxwedana Xelfetî
- 15:22 12 Mijdar 2024
- Rojane
RIHA - Nobeta berxwedanê ya li dijî tayînkirina Şaredariya Xelfetî ya Rihayê hatî destpêkirin didome. Rêxistinên DEM Partî û DBP'ê yên Semsûrê ji bo piştevaniyê, serdana nobetê kirin û gotin dê berxwedan bidome.
Bertek û çalakiyên li hemberî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, şaredariya Êlih û Xelfetî didomin. Nobeta berxwedanê ya ku li ber avahiya Şaredariya Xelfetiyê hatî destpêkirin 9 roj in didome. Serdana ji bo nobetê jî didomin.
Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), rêxistinên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên Semsûrê, Komeleya Çand ê Pir Sultan Abdal serdana nobedê kirin û piştevaniya xwe anîn ziman.
Di nobetê de pankarta "Ne qeyûm demokrasî" vekirin. Di serdanê de hat diyar kirin ku polîtîkayên qeyûmê li dijî qanûnê ye, qeyûm ne pirsgirêka DEM Partiyê ye pirsgirêka Tirkiyeyê ye. Di çalakiyê de domandina berxwedanê hat dubarekirin.
Serdan bi axaftinan bi dawî bû û nobet jî bi çepik û tilîliyan didome.