‘Şengal bi fikir û felsefeya Rêber Apo hat rizgarkirin’

  • 09:13 12 Mijdar 2024
  • Rojane
Medya Hawar
 
NAVENDA NÛÇEYAN -  Şengal piştî berxwedaneke dîrokî ya 11 mehan gihaşt rizgariya xwe. Endama Koordînasyona TAJÊ Zozan Simo ku şahîdî ji rizgarkirina Şengalê re kir got: "Şengal bi fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat rizgarkirin."
 
DAIŞ’ê di 3’yê Tebaxa 2014’an de bi awayekî hovane êriş bir ser civaka êzidî. Jin, mêr, kal, pîr û zarok bi hezaran kes qetilkirin û revandin. Bi sedhezaran jî ji cih û warê xwe koçber bûn. Di serî de jinên êzidî û tevahî civakê êşên mezin di vê fermanê de kişandin. Di 13’yê Mijdara 2015’an de Şengal bi berxwedaneke dîrokî ya 11 mehan hat rizgarkirin.
 
Ji ser fermana Êzidiyan a ku di sala 2014’an de, bi destê DAIŞ’ê pêk hat, 10 sal derbas bû. Şengal, weke herêm xwedî grîngiyeke stratejîk e. Ji ber ku Iraq, Sûriye û başûrê Kurdistanê bi hevdu ve girê dide. Di sala 2003’yan de, di encama destwerdana DYE de dema ku deshilatdariya Saddam û rejîma wî a Baas hate rûxandin, rêveberiya welat bi awayekî xwezayî kete destê aliyên muxalif ên weke Şîa û Kurdan. Lê belê Mûsil, Kerkûk, Mexmûr, Şengal û Xaneqîn her tim wek ‘Herêmên bi nakok’ hatin binavkirin.
 
Civîna Ammanê
 
Di 1’ê Hezîrana sala 2014’an de li Amman a paytexta Urdunê DYE, Erebîstana Suûdî, Tirkiye, Îsraîl, PDK û hin komên selefî ku DAIŞ jî di nav wan de, ji bo dîzayna nû ya herêmê civîneke krîtîk li dar xistin. Civîna Ammanê di wê pêvajoya Bahara Ereban de ya ku li Tûnisê dest pê kir û heta ber bi Misrê, Lîbya û Sûriye hat û xitimî bû, pêk hat.
 
Qirkirin dest pê kir
 
Di encama civînê de PDK ne li Şengal, ne li Mexmûr û ne jî li Kerkûkê bêyî teqandina fîşekekê ev qad radestî DAIŞ’ê kirin. PDK di çarçoveya berjewendiyên xwe yên malbatî û partî de Şengal terikand. Di encama vê de jî bi hezaran êzidî hatin qirkirin.
 
Rizgarkirina Şengalê
 
Ji vê demê bi derfetên gelek bi çeteyên DAIŞ’ê re şerekî dijwar pêk hat û li aliyê din jî ciwanên êzidî di nav refên Yekîneyên Berxwedaniya Şengalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) de hatin birêxistinkirin ku karibin beşdarê berxwedanê bibin. Di vê pêvajoyê de avakirina hêzên parastina cewherî mîna YBŞ û YJŞ, bêguman di dîroka êzidiyan de qonaxeke girîng bû. Herî dawî di 13’yê Mijdara sala 2015’an de bi paqijkirina navenda Şengalê ji çeteyên DAIŞ’ê, qad tevahî hat rizgarkirin.
 
Pêvajoya sazkirinê dest pê kir
 
Civaka êzidî, piştî ku qad ji çeteyên DAIŞ’ê hate paqijkirin, li ser bingeha paradîgmaya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Xweseriya Xwe ya Demokratîk îlan kir. Piştî rizgarkirina Şengalê ya ji çeteyên DAIŞ’ê û pêvajoya sazîbûyîn û avakirina civakî ya li Şengalê hat destpêkirin.
 
Temsîliyeta jinên êzidî
 
Li Şengalê meclîsên jinan di bin navê  Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) de rêxistinbûyîna xwe ya xweser pêk anîne. Ev meclîs ku li her deverekê şaxekî xwe heye, ew cihên civakî ne ku jin dikarin li wan dera perwerde, rêxistinbûyîn, çalakî û xebatên xwe yên siyasî û civakî li dar bixin. Jinên êzidî li van cihan bidestxistina hişmendiya îdeoljîk û siyasî li hemberî regezperestiya civakî bi awayekî bêtir bi hêz têkoşîna xwe dimeşînin. Armanca bingahîn a TAJÊ, di qadê de pêşengtî ji jinên êzidî, ereb, şîa û sune û hemû baweriyan, li ser esasê peradîgmaya civaka demokratîk, ekolojîk û azadiya jin, perwerde kirin û bi rêxistin kirin.
 
Hewldana ciwanan
 
Tevgera ciwanan jî di qadê de xwedî bi rolekî stratîjik e. Di asta pêşengtiyê de ye. Erka wan a esasî di qadê de, di serî de ciwanên êzidî û ereb, li hember navendên şerê taybet ew perwerdekirin, zanekirin û rêxistinkirine. Tevgera ciwanan li ser vî esasî xebatên curbecur yên civakî, siyasî û çandî pêşdixin. Bi vî awayî jî di xwazin xwe ji bandora modernîteya kapitalist jî biparêzin. Dîsa bi zanebûna parastina cewherî ji bo avakirina civakek exlaqî û polîtîk xwedî rolek çalak in.
 
Parastina civakê
 
Asayîşa Êzidxanê jî di pêvajoya sala 2016’an de hatiye birêxistinkirin. Ev saziya ku di ber ewlekariya hundirîn de berpirs e. Li her devereke niştîcehiyê, herî kêm navendeke xwe heye. Bi bûyerên siyasî û adlî yên ku di nav civakê de diqewimin re eleqedar dibe. Ketin û derketina cihên niştîcehan de bi avakirina xalên asayîşê venêrîneke rojane pêk tîne.
 
Pêşxistina çand û hunerê
 
Xebatên çand û hunerê jî bi avakirina civakî re bi awayekî bi lez pêş ketiye. Di nav pêkhateya TEV-ÇAND a Şengalê de, di serî de di warê muzîkê de xebatên şano û govend û şaxên din ên çand û hunerê di nav hewildanê de ye. Ev xebat di nav şert û mercên şer de, li çiya di nav çadirekê de ku dest pê kir, bi demê re li cihên ku hatin azadkirin gav bi gav hate birêxistinkirin û sazîbûyîna xwe pêş xist. Di her şaxekî TEV-ÇAND a Şengalê de dem bi dem kursên şano, bikaranîna amurên muzîkê û govendê pêk hatin û bi vî awayi hewildana derxistina potansiyela civakê ya di vê mijarê de derkete holê.
 
Xizmetên şaredariyê
 
Bi derbasbûna Xweseriya Demokratîk, li tevahî qadê saziyeke bingehîn a ku xizmetê dike şaredarî ne. Erka sereke ya her şaredariyeke ku li cihekî niştîcehbûnê heye, pêşwazîkirina pêdiviyên bingehîn ên gel ên weke rê, av û elektrîkê ye. Ew cihên niştîcehiyê ku di pêvajoya şer de weke xirbeyan li wan hatibû, dikare bê gotin ku yê wan ji nû ve vejand ev sazî bûn. Ji rojane paqijkirina qadê bigre heta şînkirina qadê, vê saziyê berpirsiyariyeke mezin girtine ser xwe. Şaredariyên li qadê, di nav van deh salan de gelek rê, pir, baxçe, cihên avê û çandina daran pêk anîne.
 
Xebatên ragihandinê
 
Di van salên dawî de li qada Şengalê, xebateke din a ku hatiye kirin bêguman xebatên ragihandinê ne. Qada Şengalê ku berê tenê xwediyê kovareke bi navê Dicle bû, di roja me ya îro de gihiştiye wê astê ku dikare weşana televîzyon û radyo jî bike. Gelek rojnamevan û nûçegihan di nav van xebatan de pêş ketine û xizmetê ji gelek beşên ragihandinê re dikin. Rojnamegerên ciwan xwedî li mîrateya Nûjiyan Erhan derketin.
 
Pêşxistina projeyên hevbeş
 
Li qadê tenduristiya gel û her wiha aborî de jî ku xebatên bingehîn in, hewildana pêşxistina wan heye. Ji pêvajoya fermanê û heta roja me ya îro bê navber xizmeta tenduristiyê tê dayîn. Her wiha li ser bingehê feraseta aboriya komînal, di serî de di beşên cotyarî û ajaldarî de, derbarê bikaranîna çavkaniyên xwezayî de gelek projeyên hevbeş hatine pêşxistin. Di qada Şengalê de li ser esasê feraseta Aboriya komînal, ji çandiniyê bigre heta heywan xwedîkirinê û çavkaniyên xwezayî, di gelek projeyande xebat tê meşandin.
 
Li dijî êrişan domandina berxwedanê
 
Ligel her cure zext û zordariyên PDK û Tirkiyeyê bi hezaran êzidî ji wargehên penaberiyê derketin û berê xwe dan cih û warê xwe. Êzidiyên ku ligel her cure zext, zordarî û êrişan bi her awayî biryarbûna xwe ya avakirina jiyana nû bi pratîkên xwe tînin ziman.
 
Abdullah Ocalan: Parastina xwe bi xwe bikin
 
Civaka êzidî niha gotinên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dixin meriyetê. Abdullah Ocalan demên borî derbarê civaka êzidî de wiha gotibû: “Bila êzidî bi xwe biryarê bidin, çawa bixwazin biryar a wan e. Min hîn berê jî ji bo parastina gelê Şengalê pêwîst e çi bê kirin gotibû. Pewîst e, parastina xwe bi xwe bikin. Em nikarin wana di însafa pêşmergeyan de bihêlin. Ji ber vê sedemê şervantiya azadiyê kirin ne hêsan e. Ez bangawaziyê li tevahî kesên ku xwe li hember serdemê û mirovahiyê berpirsiyar dibînin, bûyîna neferekî di xeta parastinê de û di şopa 12’yan de têkoşîn dikin, di berfirehkirina xeta berxwedana li Çiyayê Şengal û li Rojavayê dikim. Şengalê, êzidiyan şûnde anîna li ser xakên wan, xebatên Şengalê ji dagirkirinê ber bi çûyîna rizgarkirinê ve bidin destpêkirin. Ji bo vê pêwîstiya hêza parastinekî têkuz dike."
 
'Bi fikrê Rêber Apo hat rizgarkirin'
 
Endama Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Zozan Simo ji ajansa me JINNEWS'ê re axivî û bal kişand ser pêvajoya rizgarkirina Şengalê.
 
Zozan Simo, destnîşan kir ku di 3’yê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê bi hovane êrişê wan kiriye, ji ber wê yekê tu carî bawer nekirine ku dê Şengal were rizgarkirin û wiha got: “Şengal bi fikir û ramanên Rêber Apo hat rizgarkirin û em gelek kêfxweş in. Dema cih û warê mirov ji xirabiyê bê paqijkirin mirov gelek kêfxweş dibe.”
 
‘Me qet bawer nedikir ku dê Şengal were rizgarkirin’
 
Zozan Simo destnîşan kir ku di destpêkê de hesta ku dê Şengal tu carî neyê rizgarkirin hebû û got: "Lê piştî rizgarkirina Şengalê hesta ku pênaseya wê ne hêsan e di me de çêbû. Beriya fermanê dijmin berê me her dida kesên ku fermanê li ser me anîn, me firotin e. Lê piştî ku Şengal rizgar bû me rastiyê dît. Em li ser vê esasî kesên ku bi hawara me ve hatî, ked li ber me dane, ji bo me li ber xwe dane û şehîd bûne tu carî ji bîr nakin. Dema fermanê êzidiyên xwedî xîret warê xwe bernedan her li çiyê bûn û nehiştin çete xwe bigihînin çiyê. Piştî gerîlayan bi me ve hat, ketin nav miletê, me perwerde û bi rêxistin kirin. Piştî rizgarkirina Şenglê rê hat vekirin û êzidî vegeriyan warên xwe. Destpêkê gundên Şemal a Şengalê ji çeteyan hatin paqijkirin û piştre jî gundên din ên Şengalê ji çeteyan hatin paqijkirin. Dijmin çiqas êriş bike û balafiran bi ser me de rake jî em xurt in û em li ber xwe didin."
 
‘Keç û xortên me beramberî her êrişan disekinin’
 
Di dawiya axaftina xwe de endama Koordînasyona TAJÊ Zozan Simo destnîşan kir ku ger beriya fermanê keç û xortên wan perwerdekirbûna, zanîban çek bi kar bînin dê hovîtiya 3’yê Tebaxa 2014’an bi serê wan de nehata û wiha got: “Lê îro keç û xortên me ku bi fikir û felsefeya Rêber Apo xwe perwerde, zane û birêxistin kirine, li beramberî her êrişên dijmin û fermanan disekinin.”