Li dora dirûşma 'Jin jiyan azadî' kom dibin
- 09:02 12 Mijdar 2024
- Rojane
Rozerîn Gultekîn
İSTANBUL -Ji Platforma KBG'ê Selîn Top, têkildarî tifaqa jinan a ku roj bi roj hewl tê dayîn bê mezinkirin û têkoşîna wan, diyar kir ku dirûşma "Jin jiyan azadî" qada hevpar a têkoşîna jinê ye û got, "Li dijî bêcezakirin û tundiya tê pêşxistin têkoşîna me hevpar e. Di 25'ê Mijdarê de jin dê dîsa daxwazên xwe yên wekhevî û azadiyê biqîri."
Jinên ku bi salan e li dijî êrîşên ku desthilatdariyê li hemû qadên jiyanê kûr kirine û ji bo avakirina jiyaneke nû li hev kom dibin, tifaqa xwe ya jinan roj bi roj mezin dikin. Jinên ku tifaqê di hemû qadên jiyanê de berfireh dikin, her qada ku êrîş lê tê kirin bi rêxistin dikin. Jinên ku roj bi roj rêxistinbûna xwe mezin dikin, 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê bi coşeke mezin pêşwazî dike. Ji Platforma Jin bi Hev re bi Hêz în (KBG) Selîn Top hem têkoşîna jinan û hem jî li ser xebatên jinan ku tên kirin nirxandin kir.
Em ê dirûşma 'Jin jiyan azadî' berz bikin
Selîn Top, di axaftina xwe de bal kişand ser dijwariya tevgerên jinan ên cîhanê li hember îqtîdaran û îlhama vê berxwedanê ji felsefeya tevgera jinên Kurd “Jin jiyan azadî” û destnîşan kir ku felsefeya “Jin jiyan azadî” zemîneke hevpar ava dike. Ev dirûşm ji aliyê jinan ve tê qebûlkirin. Selîn Top got, “Têkoşîna di navbera tevgera femînîst û tevgera jinên Kurd de xwedî dîrokek kevnar e. Di têkoşîna me ya hevpar a li dijî baviksalarî, şîdeta mêr, şîdeta dewleta mêr de xala hevpar dirûşma 'Jin jiyan azadî' ye. Jin, jiyan, azadî bê guman di têkoşîna jinê de dirûşmek e ku kes nikare jê re bêje na. Dema ku jin li dijî komkujiyan daketin qadan, em êrîşên li ser dirûşma 'Jin jiyan azadî' weke provokasyonekê dibînin. Di warê tevgera jinê de dirûşma 'Jin jiyan azadî' bê pirsiyar e. Ev dirûşm ne tenê li Tirkiyeyê, li gelek deverên cîhanê ji aliyê aktîvîstên jin ve hatiye qebûlkirin. Yên ku êrîşî jinên ku li zanîngehan li dijî kuştina jinan dirûşma 'Jin jiyan azadî' qîriyan, faşîst bûn. Ev nîşanek cidî ya dijminantiyê ye. Bêguman dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ wê li her derê bi dengekî bilind bê berzkirin."
'Yek ji xalên sereke yên têkoşîna me wê avakirina aştiyê be'
Selîn Top, anî ziman ku tevgera femînîst a Tirk û tevgera jinên Kurd bi salan e bi hev re têdikoşin û li dijî tifaqa mêran tifaqa jinan ava dikin û anî ziman ku dê di dema pêş de çawa bimeşin. Selîn Top got, “Ev ne tevgereke hevgirtinê ye ku em jê bawer dikin. Em bê lêpirsîn hevgirtinê nîşan didin, lê em bawer dikin ku bi hev re li ser zemînek hevpar em dikarin têkoşînê bidin. Tevgera femînîst, tevgera jinê û tevgera jina Kurd tevgerên bi hev ve girêdayî ne. Ji yekitiya salên 90'î heta salên 2000'î û însiyatîfa jinan a ji bo aştiyê di sala 2009'an de ev têkoşîna hevpar encamên şênber derxistiye holê. Di pêvajoya aştiyê ya navbera 2013-2015’an de me dît ku jin aliyê aştiyê ne. Em ji sala 2017’an û vir ve bi Platforma Jinan a Jin bi Hev re bi Hêz in (KBG) têkoşînê didin meşandin. Me di gelek mijaran de bi KBG re xetên hevpar ên hevgirtinê ava kirin. Li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, li dijî pêvajoya Aysel Tûglûk, li dijî qeyûman, li dijî êrîşên li ser Efrînê, bi gotineke din li hemberî her êrîşan em bi hev re bûn. Em li dijî zîhniyeta serdest a mêr têkoşîna xwe dikin yek.
Di pêşerojê de yek ji rojeva me ya sereke jî wê şîdeta mêr be. Her çiqas paradîgmayên me ya di derbarê malbatê de cuda bin jî, em li ser wê yekê hemfikir in ku polîtîkayên malbatî yên hikûmetê jiyana jinan dixe bin zextê. Em ê di dema pêş de gelek caran li ser vê yekê biaxivin. Hem dema ku em çûn herêmê û hem jî dema ku me li pêvajoyê temaşe kir, me bi awayekî zelal dît ku siyaseta qeyûm çawa êrîşek li ser destkeftiyên jinan ên li herêmê ye. Em bi hev re li dijî qeyûman rawestiyan û em ê li dijî vê yekê rawestin. Em dibînin ku bi zêdebûna krîza aborî re xizaniya jinan her ku diçe kûrtir dibe. Ev hemû stûnên bingehîn ên têkoşîna me ne. Me tu carî xwe ji vegotina polîtîkayên şer ên çawa bandor li jiyana jinan kir, xwe dûr nexist; Ji ber vê sedemê yek ji xalên sereke yên têkoşîna me wê avakirina aştiyê be."
'Em têkoşîna hevpar pêşniyar dikin'
Selîn Top, Komkujiyên li ser jinan weke qirkirin nirxand, bal kişand ser zîhniyeta li pişt komkujiyên jinan û got, “Ji ber ku mêrsalariya ku ji aliyê rastgiriyê ve hatiye xurtkirin, jinan weke milk dibîne, jin tên qetilkirin. Daxwaza me ya wekhevî û edaletê qet bi dawî nebû. Em her demê bi dengekî bilind diaxivin. Ji bo me pir zehmet e ku li hemberî pergala ku jinê weke hev nabîne, bêyî ku şîdeta mêr derxin holê, bi xeteke yekgirtî tevbigerin. Em behsa kuştinê dikin, lê divê em behsa rêya ber bi kuştinê jî bikin. Em dibêjin bêcezahiştin sedema herî mezin a vê yekê ye. Lê ferqeke cidî di navbera bêcezakirina em dibêjin û bêcezahiştina hikûmetê de heye. Weke ku eger ceza bên zêdekirin dê ev cînayet pêk neyên, lê mebesta me ji bêcezakirinê pêkanîna qanûnên heyî ye. Em baş dizanin ku cezayên ku hikûmet dixwaze zêde bike, ne kujer, wê li ser komên muxalîf bên sepandin. Yên ku dibêjin kaşkirin û îdam hene hene, em ne li dû van in, li pey wekheviyê ne. Ev têkoşîna me ya hevpar a li dijî bêcezakirin û tundiyê ye."
'Jin dê daxwaza xwe ya wekhevî û azadiyê biqîrin'
Di dawiyê de Selîn Top, der barê ruhê ku 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê pêşwazî kirine ev tişt got: “Em 25'ê Mijdarê bi hev re organîze dikin. Em ê saet di 19.30'î de li Tunela Taksîm a Stenbolê bên cem hev. Di 25’ê Mijdarê de jin daxwazên xwe yên wekhevî û azadiyê ku jê re dibêjin ‘Jin jiyan azadî’ dê biqîrin."