'Hêviya vî welatî pêşniyarên Birêz Abdullah Ocalan in'
- 13:46 11 Mijdar 2024
- Rojane
ÊLIH - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Uçar ku banga tevlîbûna mîtînga mezin a ku DEM Partî dê li dijî tayînkirina qeyûman li dar bi xe kir, ji bo çareseriya pirsgirêkan bal kişand ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan. Çîgdem Kiliçgûn Uçar got, "Hêviya vî welatî pêşniyarên çareseriyê yên Birêz Abdullah Ocalan in."
Platforma Saziyên Demokratîk ji bo mitînga 17’ê mijdarê ya li Êlihê, deklarasyona “Demokrasî û Azadiyê” ragihand. Daxuyanî, li eywana Sendîkaya Petrol Îşê hate xwendin. Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir, parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) jî tev daxuyaniya li avahiya şaxa Petrol Îşê ya Êlihê bûn.
Piştî Mîtîngê Hevserokê KCD'ê û Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Uçar axivîn.
Berdan Ozturk: DI 17'ê Mijdarê de li qada mîtîngê bin
Piştî daxuyaniyê Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, diyar kir ku gelê Kurd li dijî polîtîkayên qirkirinê yên ji aliyê hikûmetê ve tên meşandin li ber xwe dide. Berdan Ozturk, anî ziman ku ev êrîş li dijî vîna gelê Kurd e û wiha got: “Birêz Ocalan dibêje di teorî û pratîkê de xwedî hêz e, nêzîkatiya hikûmetê pratîkeke dijminane ye. Desthilatdariya ku gelê Kurd weke îrade qebûl nake û cara sêyemîn e qeyûm tayîn dike, gefan li gelê Kurd dixwe. Li li ser îradeya gelê Kurd qeyûman tayîn dike. Diyar dike ku ew vîna gelê Kurd qebûl nakin. Ji xeynî vê, her tim gefa êrîşa li ser gelê Kurd nû dike. Gelê Kurd vê ferzkirinê qebûl nake û li her derê li ber xwe dide. Yek ji van navendên berxwedanê Êlih e û gel bi rojan li berxwe dide. Werin em di 17’ê Mijdarê de li qada mîtîngê li dijî koletiyê aştiyeke bi rûmet ava bikin.”
Çîgdem Kiliçgun Uçar: Divê em berxwedana xwe bibin qadê
Hevseroka DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Uçar, bi silavkirin berxwedana Êlihê dest bi axaftina xwe kir. Çîgdem Kiliçgun Uçar bal kişand ser êrîşên hikûmeta AKP-MHP'ê û got, "Tifaqa Gel xwedî daxuyaniyên asayîbûnê ye. Ev hewldanek ji bo dîzaynkirina siyaseta navxweyî ye. Daxuyaniyên piştî civîna lijneya wezîran di asta qirkirinê de ne; em heqaretên wan li wan vedigerînin. Têkoşîna me ya berfirehkirina siyaseta demokratîk e Fikrên birêz Öcalan li gelek deverên cîhanê tê belavkirin. Hêviya vî welatî pêşniyarên çareseriyê yên Birêz Ocalan in. Divê em Werin em berxwedana xwe li qadan nîşan bidin. Ev hikûmet hikûmeteke ku hewl dide pirsgirêkan bi tundiyê çareser bike. Em ê li dijî qeyûman mîtîngeke mezin li dar bixin. Em ê bi pêşengiya felsefeya jin, jiyan, azadî mîtîngê li dar bixin."