‘Sîxûriya tesîrkirinê’ ji pêşniyarqanûnê hate derxistin

  • 15:18 13 Mijdar 2024
  • Ramyarî
 
ENQERE - Îktîdara AKP-MHP’ê li ser berteka partiyên muxalefetê paşve gav avêt û sererastkirina “sîxûriya tesîrkirinê” ji pêşniyarqanûnê derxist. 
 
Xala ku di raya giştî de weke “Sîxûriya tesîrkirinê” tê zanîn û AKP û MHP’ê pêşkeşî Serokatiya Meclisê kiribû, ji pêşniyarqanûnê hate derxistin. Serokwekîlên komên DEM Partî, CHP, AKP, MHP û Partiya Îyiyê îro di lijneya şêwirê ya Meclisê de civiyan. Partiyên muxalefetê diyar kirin ku divê xala behsa xeberê were revîzekirin. 
 
AKP-MHP jî erênî nêzî revîzekirina xala “sîxûriya tesîrkirinê’ bû. DEM Partiyê got ku divê xal bi temamî were derxistin û li dijî revîzekirinê derket. 
 
AKP-MHP’ê paşve gav avêt û xala ku “sîxûriya tesîrkirinê” sererast dike bi temamî ji pêşniyarqanûnê derxist. 
 
‘Etki ajanlığı’ kanun teklifinden çıkarıldı