TUM BEL-SEN: Li dijî her cure êrişan dê li qadan bin

  • 14:04 13 Mijdar 2024
  • Rojane
ENQERE - Tum Bel-Sen, bi minasebeta 25'ê Mijdarê, li dijî tundiyê stantta îmzeyan vekir û diyar kir ku dê li dijî her cûre êrişan li qadan bin. 
 
Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Rêveberiyên Herêmî û Hemû Şaredariyan (Tum Bel-Sen) bi minasebeta 24'ê Mijdarê kampanyaya îmzeyan da destpêkirin. Li dijî betalkirina Peymana Stenbolê, ne pratîzekirina qanûna 6284'an û Peymana Lanzorette, qebûlnekirina Peymana 190 a ILO yê, li cadeya Sakaryayê stant vekirin û îmze kom dikin. Welatiyan eleqeyek mezin nîşanî kampanyayê dan. 
 
Jinan bal kişand ser girîngiya kampanyayê. Beyhan Yalçin, diyar kir ku li welat bi hezaran jin tên qetilkirin, lê welatî bê bertek in. Îlkay Ersus jî da zanîn ku ji bo parastina jiyanê dê li kolanan bin. 
 
Îlkay Ersus wiha daxwazên xwe bi rêz kir: 
 
“* Divê biryara betalkirinê ya Peymana Stenbolê bê paşxistin.
 
* Divê hukmên Peymana Lanzorettayê bi awayekî bi bandor bên bicihanîn.
 
* Divê qanûna bi hejmara 6284’an bi bandor bê tetbîqkirin.
 
* Peymana jimare 190 ya ILO bê pejirandin.2