Berxwedêrên Êlihê: Serkeftin dê bibe ya Gelê Kurd!
- 09:03 8 Mijdar 2024
- Rojane
Rojda Aydin
ÊLIH - Jinên di çalakiyan de cih digirin, destnîşan kirin ku qeyûm tayînê vîna Gelê Kurd û bi taybetî jî vîna jinê hatiye kirin û gotin ku dê heta dawiyê berxwedana xwe bidomînin.
Piştî ku qeyûm tayînê Şaredariya Êlihê hat kirin, li navend, tax û kolanan bi rojane berxwedanekê mezin tê dayîn. Polîs bi her cureyê êriş dike. Gel jî bi berxwedanê bersiv dide. Ji 4’ê Mijdarê vir ve çalakiyên ku li bajêr berdewam dikin, her roj heta derengiyê şevê didome. Di heman demê de jinên ku di eniya pêş a di vê çalakiyê de cihê xwe digirin, peyama xwedî derketina vîna xwe didin.
Jinên di çalakiyê de ji qemeraya me re axivîn û gotin heta dawiyê dê berxwedana xwe bidomînin.
‘Êdî bes e zilm û zorî'
Huri Acar, da zanîn ku qeyûm tayînê vîna me hatiye kirin û ew yek nayê qebûlkirin û got: "Ev vîna me ye. Me bi dengê xwe hevşaredarên xwe hilbijart. Em tu carî qeyûman naxwazin. Bi tayînkirina qeyûman zilmê dikin. Bila hemû gelê me rabe li ser piyan û xwedî li vîna xwe derbikeve. Bila Gelê Kurd dakeve qadan. Gelê Kurd xwedî li xwe derbikeve. Şaredarî heqê me ye û vîna me ye. Ew vîna me bin pê dikin. Divê gelê Êlihê hemû rabe li ser piyan û xwedî li vîna xwe derkeve. Werin em bi hev re şaredariya xwe paşve bigirin. Vîna me ye, şeref û namûsa me ye. Îro pêl vîn û namûsa me dikin. Êdî bes e zilm û zorî. Bila dawî vê zilmê bê. Banga min li hemû dayîkên Êlihê ye ku dakevin qadan."
‘Dixwazin vîna jinê tune bikin’
Endama Meclîsa Şaredariya Êlihê Çîgdem Bîlem, daxuyand ku li dijî tayînkirina qeyûm bi rojan e li ber xwe didin û wiha bi lêv kir: "Qeyûm tayînê ne hevşaredaran hatiye kirin, qeyûm tayînê vîna Gelê Kurd hatiye kirin. Ev qeyûm bi taybetî tayînê vîna jinê hatiye kirin. Dixwazin ku vîna jinê û gel desteser bikin. Lê belê em li vir in û em ji vir naçin. Heta ku em şaredariya xwe bigirin em ê li vê derê bin. Em ê bi berxwedana xwe qeyûman bişînin. Ev 8 sal in tim qeyûm tayînê şaredariyan dikin û di şaredariyan de tu tiştekê nehîştine. Xeynî diziyê. Dest danîne ser malê gel û talan kirine û tiştekê di qasaya şaredariyê de nehîştine. Tiştê ku maye jî dixwazin dest daynin ser û bistînin. Lê belê bi tayînkirina qeyûman armanc tunekirina vîna gel û jinê ye. Em bi gelê xwe re ne. Em dev ji vê têkoşîna xwe bernadin."
‘Gel îro li vir e û li ber xwe dide’
Endama Meclîsa Şaredariya Êlihê Tugba Demîr, diyar kir ku îro roja çaran e ku qeyûm tayînê şaredariyê hatiye kirin û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Ev qeyûm ne tayînê şaredariyê an jî avahiyekî hatiye kirin. Qeyûm tayînê vîna gel hatiye kirin û bi taybetî jî hatiye ser vîna jinê. Ji ber ku li Êlihê jin gelek pêşketine, li kolan û taxan serî rakirine. Dixwazin hêza jinê qût bikin û pêşiya jinê bigirin. Em dev ji têkoşîna xwe bernadin. Em ê li kolan û taxan bin. Ne rojekê, heyvekî an jî salekê be jî em ê dev ji têkoşînê bernedin. Em bang hemû gelê xwe û jinan dikin ku bila me bi tenê nehêlin û werin xwedî li vîna xwe derbikevin. Werin tevlî vê têkoşînê bibin. Têkoşîna ku gelê Êlihê îro dide ji bo me gelek pîroz e. Ji ber ku gel natirse. Kesên ku qeyûm tayînê şaredariyê kirin xwestin ku bi êrîşan gel bitirse. Lê belê gel natirse. Gel li vir e û li ber xwe dide. Em bi gelê xwe serbilind in."
'40 sal in ev berxwedan hatiye vê astê’
Herdem Koçer jî wiha bal kişand ser tayînkirina qeyûm û berxwedana gel: "Qeyûm zilm e û zordestiye. Dixwazin bi êriş, gaz û îşkenceyê vê gelê bitirsînin. Lê belê ev gel natirse. Eger ku bitirsiyana dê ev 40 sal in ev berxwedan nedihate vê astê. Em qeyûmê naxwazin û destên xwe ji şaredariya me bikişînin. Em şer naxwazin. Em wekheviyê dixwazin. Me bi zilm û zorê şaredariyê nestandiye. Me bi dengê xwe şaredariya xwe girtiye. Bila qeyûm biçe, ne hewceye ku şer bibe û milet bên kuştin. Em xweşî û azadiyê dixwazin. Bila destên xwe dirêjî aştiyê bikin. Bila desten xwe dirêjî mirovatiyê bikin. Mirovatî serkeftin e. Ji vir û şûnde heta ku ev zilm berdewam bike dê ev gel li van kolanan be. Hilbijartinekê din dîsa bibe dê ev gel dîsa şaredariyê bistîne. Ew çixwas qeyûm tayin bikin jî dê ev gel dîsa şaredariyê bi dest bixe."
‘Em dev ji kolanan bernadin’
Meyase Akdag jî tayînkirina qeyûman şermezar kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Îro çend roj in em li van qadan li ber xwe didin. Em vê zilmê û qeyûmê qebûl nakin. Şaredariya me rûmeta me ye. Êlih rûmeta Gelê Kurd e. Em dixwazin desten xwe ji şaredariya me bikişînin. Rojekê nêzîk û ne dûr em şaredariya xwe dixwazin. Em dixwazin aştiyekê çêbibe. Em şer naxwazin, em aramiyê dixwazin. Rojek berê zûtirîn şaredariya me bidin me. Heta ku ew desten xwe ji şaredariya me nekişînin em ê li vir bin û em ê li ber xwe bidin. Têkoşîna me heta dawiyê dê berdewam bike. Şaredariya me keda gelê me ye. Keda ciwan, jin û zarokên me ne. Bila baş bizanibin ku em ê şaredariya xwe di desten wan de nahêlin. Çima vê zilmê li me dikin? Ka edalet û mirovahî. Heq û hiqûq nemaye. Em heq, hiqûq û edaletê dixwazin. Zûtirîn bila ji şaredariya me derbikevin û herin. Heta ku ew nezçin em ê li vir kolanan bin. Berxwedana me dê berdewam bike. Serkeftin ya Gelê Kurd e."