Ji bajarê berxwedanê çend nîşe...

  • 09:08 8 Mijdar 2024
  • Rojane
 
Rojda Aydin 
 
ÊLIH - Çalakiyên li dijî tayînkirina qeyûman dikevin roja xwe ya 5’emîn, gel bi şev û roj berxwedana xwe didomîne.
 
Di 4’ê Mijdarê de ku qeyûm tayînî Şaredariya Êlihê hat kirin, piştî berxwedana Wanê berxwedaneke din a dîrokî li bajêr jî tê jiyîn. Çalakiyên li dijî tayînkirina qeyûman ku dikeve roja xwe ya 5’an, gel bi biryar e ku vîna xwe biparêze. Li gel hemû êrişan jî berxwedan didome, gel bi şev û roj çalakiyên xwe didomîne.
 
Me notên çalakiyên ku di roja 5’an de ne û berxwedana 4 rojan a bajêr berhev kir.
 
Soza parastina vîna xwe  
 
Li Êlihê di sibeha 4’ê Mijdarê de şaredarî bi hezaran polîs û maşînên zirxî ve hat dorpêçkirin û ji bo ku gel nekevin şaredariyê bi bariyeran hatin girtin.  Lê bele gel ku astengiyan nasnekirin, wê rojê di saetên sibê de dest bi berxwedanê kirin û soza parastina vîna xwe dan.
 
 
Berteka yekem ji dayika Îpek Er hat 
 
Ji dayika Îpek Er a ku çawişê pispor Mûsa Orhan bû sedema mirina wê, Hakîme Kilinç di roja ewil a berxwedanê de bertek hat. Dayika Îpek Er bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da û got, “Qet şerefa we nîne?”
 
Îcraata ewil rakirina xizmetên bi zimanê kurdî 
 
Waliyê Êlihê Ekrem Canal ku wek qeyûm tayînê Şaredariya Êlihê hat kirin, ewil îcraata wî malpera şaredariya duzimanî daxist yek zimanî.  Qeyûm ji malpera fermî ya şaredariyê nivîsên nûçe, naverok û agahdariyê yên kurdî rakir. Xebatên Hevşaredarên Êlihê Gulîstan Sonûk û Yeşîl Işik jî ji malperê hatin rakirin.
 
Ji 7 salî heta 70 salî di berxwedanê de ne
 
 
Ji zarokên 7 salî heta 70 salî, ji jinan heta ciwanan her kesî cihê xwe li qadan de girtiye. Ji roja ewil ve kom li gelek nuqteyan ber bi Kolana Gulîstanê ve dimeşin. Di dema meşê de tim dirûşmeyên  “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Kurdistan goristan ji bo faşistan”, “Bijî berxwedana Gelê Kurd”, “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” û “Jin, Jiyan, Azadî” tên berzkirin. Gel bi tilîlî û nîşaneyên serkeftinê piştgiriya xwe nîşan dide. Di meşên ku li gelek taxan pêk tên de ciwan bi dirûşmeyan tevlî meşê dibin û xeleka meşê berfireh dikin. Di çalakiyên 6’ê Mijdarê de girseya li taxa Çapemeniyê kom bû, berê xwe dan nokteyan polîsan û gotin: “Hişyar bin, şaredariya me vala bikin.”
 
Peyama Îmraliyê hat dayîn
 
Li qadan tim dirûşma “Bijî Serok Apo” tê berzkirin ew peyama nîşaneya navnîşana çareseriyê bû. Ev navnîşan Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e. Li aliyê din jinên li qadan li ber xwe didin li hemberî gotina Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî ya “Destê aştiyê” gotin, “Ji ber ku me desten xwe teslîmê wan nekiriye bi vî rengî êriş dikin”. Mînaka wê jî wek tayînkirina qeyûman nîşandan. 
 
Dayîkên laçik spî li qadan e
 
Dayikên Aştiyê ku sembola aştiyê ne û bi laçikên xwe yên spî li qadan e, xwestin ku şer û êriş bên sekinandin û carekedin daxwaza aştiyê kirin. Dayikên ku tevî nexweşî û temenê xwe jî qadên xwe terk nekirin, ev tiştan bi lêv kirin: “Em ê vîna xwe teslîmê dizan nekin.”
 
Berxwedan li kolanan e
 
 
Li bajêr hema bêje Rewşa Awarte (OHAL) hatiye îlankirin. Çalakiyên ku her roj li ber şaredariyê dewam dikin, berxwedana gel heta derengê şevê jî didome. Ciwan li taxên Emeklî, Tokî, Hîlal, Karşiyaka, Petrolkent, Baglar, Korike, Pazaryerî, Bayindir, Cudî û Petrolê rêyan girtine. Ji ber vê yekê polîs neçar man gav paşve bavêjin. Ciwanan li dijî êrişên polîsan bi kevir û fîşekên hewayî bersiv didin. 
 
Welatî dev ji berxwedanê bernadin
 
Li aliyê din polîsan êrîşî girseya ku tayînkirina qeyûman protesto dikir kir û gelek kes bi îşkenceyê hatin binçavkirin. Wêneyên îşkenceyê di medyaya dîjîtal de bû mijara sereke û bertek hatin nîşandan. Tevî îşkence û êrişan jî welatî dest ji berxwedana xwe bernadin.
 
Bi poşetek nan ve li qadê bû
 
Di çalakiyên duh de jî midûrê polîsan ku got, “Dewlet li cem gel e”, piştre jî êrîşê gel kir. Piştî êrîşan girse dîsa li Kolana Çapemeniyê hat cem hev û jinan stranan gotin û bi tililiyan govendê gerandin. Dayikek ku di berxwedanê de bû, poşetek nane tenûrê anî li girseyê belav kir. Ev dîmen rengek cuda da berxwedana girseyî.  
 
Li Êlihê berxwedan hîn jî berdewam dike. 

Etîketan:

qeyum