Doza Narîn Guran di roja duyem de ye: Şahid tên guhdarîkirin

  • 09:52 8 Mijdar 2024
  • Hiqûq
 
AMED - Di roja duyemîn a danişîna ewil a doza qetilkirina Narîn Guranê de li şahidan tê guhdarîkirin. 
 
Zaroka bi navê Narîn Guran a 8 salî di 21’ê tebaxê de li gundê Çulî yê navçeya Rezan a Amedê hate qetilkirin. Danişîna ewil a doza qetilkirina Narîn Guran, di roja duyemîn de didome. Doz, li 8’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê tê lidarxistin. Beriya danişînê, pêşiya edliyeyê bi berîqetan hate girtin. Bersûcên girtî dayik Yuksel Guran, birayê wê Enes Guran, apê wê Salîm Guran û cîranê wan Nevzat Bahtiyar anîn eywana danişînê. Ji bo her 4 bersûcan ji ber sûcê “Bi awayekî komî zarokek biqesdî qetil kirine” cezayê muebbeta girankirî tê xwestin. Serokên baroyan, rêxistinên jin û zarokan, gelek siyasetmedar û gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî danişînê dişopînin. 
 
Danişîn, di roja duyemîn de bi wergirtina îfadeyên kekê Narîn Guranê yê bi navê Baran Guran dest pê kir.