Li Amedê li dijî qeyûman çalakî: Gelê Kurd wê şûnde gavê navêje
- 18:36 5 Mijdar 2024
- Rojane
AMED - Çalakiyên li jî qeyûman didomin. Li Amedê tayînkirina qeyûman hat protestokirin û wiha hate gotin: “100 sale gelê Kurd teslîm negirtin. Em ê destur nedin vê. Wê bi gel şûnde gavê nedin avêtin.”
Li Amedê li dijî tayînkirina qeyûmên ji bo şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê welatî daketin qdan. Tevgera Jinan Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) ya Amedê, hevşaredar û gelek sazî li Parka Rojava hatin gel hev. Polîsan girse dorpêç kirin û gireyê rewş protesto kirin.
Hevserokê DBP’ê yê Amedê Mehmet Şîrîn Gurbuz û polîsan nîqaş kir. Ciwanan bi dirûşmeyan polîs protesto kirin.
Hevserokê DEM Partî yê Amedê Abbas Şahî axivî û got: “Divê em berxwedana xwe bidomînin. Qeyûm wê her tim jiyana me binpê bikin. Em ê tu car tawîz nedin Û berxwe bidin. 100 sale gelê Kurd teslîm negirtin. Em ê destur nedin vê. Wê bi gel şûnde gavê nedin avêtin. Vî gelî 100 sale şûnde gav navêtiye û wê navêje jî.”
Hevşaredarê bajarê mezin yê Amedê Dogan Hatun jî axivî û got tu kes nikare dest dirêjî îradeya wan bike.
Daxuyanî bi dirûşmeyan bidawî bû.