Li Amedê li dijî qeyûman çalakî: Gelê Kurd wê şûnde gavê navêje 2024-11-05 18:36:47   AMED - Çalakiyên li jî qeyûman didomin. Li Amedê tayînkirina qeyûman hat protestokirin û wiha hate gotin: “100 sale gelê Kurd teslîm negirtin. Em ê destur nedin vê. Wê bi gel şûnde gavê nedin avêtin.”   Li Amedê  li dijî tayînkirina qeyûmên ji bo şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê welatî daketin qdan.  Tevgera Jinan Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û  Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) ya Amedê, hevşaredar û gelek sazî li Parka Rojava hatin gel hev. Polîsan girse dorpêç kirin û gireyê rewş protesto kirin.   Hevserokê DBP’ê yê Amedê Mehmet Şîrîn Gurbuz û polîsan nîqaş kir. Ciwanan bi dirûşmeyan polîs protesto kirin. Hevserokê DEM Partî yê Amedê Abbas Şahî axivî û got: “Divê em berxwedana xwe bidomînin. Qeyûm wê her tim jiyana me binpê bikin. Em ê tu car tawîz nedin Û berxwe bidin. 100 sale gelê Kurd teslîm negirtin. Em ê destur nedin vê. Wê bi gel şûnde gavê nedin avêtin. Vî gelî 100 sale şûnde gav navêtiye û wê navêje jî.”   Hevşaredarê bajarê mezin yê Amedê Dogan Hatun jî axivî û got tu kes nikare dest dirêjî îradeya wan bike.   Daxuyanî bi dirûşmeyan bidawî bû.