Jin li Peyasê wê bajêr bi şînahiyê bixemilînin
- 11:31 4 Mijdar 2024
- Rojane
AMED - Di bin banê Gerînendetiya Park û Baxçeyan a Şaredariya Peryasê de ji aliyê jinan ve li qada Sera û Şitilan 200 hezar nebatên xemilandî yên demsalî hatibûn çandin, amade ne ji bo li qadên hêşîn bên çandin.
Gerînendetiya Park û Baxçeyan a Şaredariya Peyasê ji bo bajar xweş bibe û qadên hêşîn zêde bibin, 200 hezar nebatên xemilandî yên demsalî çandin. Şaredarî bi derfetên xwe û keda Jinan li qadên hêşîn ên nû di meha Mijdarê de dest bi çandina nebatên xemilandînê dike û li parkên heyî, navend û xaçerêyan bi kar tîne.