Jin li Peyasê wê bajêr bi şînahiyê bixemilînin 2024-11-04 11:31:18     AMED - Di bin banê Gerînendetiya Park û Baxçeyan a Şaredariya Peryasê de ji aliyê jinan ve li qada Sera û Şitilan 200 hezar nebatên xemilandî yên demsalî hatibûn çandin, amade ne ji bo li qadên hêşîn bên çandin.   Gerînendetiya Park û Baxçeyan a Şaredariya Peyasê ji bo bajar xweş bibe û qadên hêşîn zêde bibin, 200 hezar nebatên xemilandî yên demsalî çandin. Şaredarî bi derfetên xwe û keda Jinan li qadên hêşîn ên nû di meha Mijdarê de dest bi çandina nebatên xemilandînê dike û li parkên heyî, navend û xaçerêyan bi kar tîne.