Li Şengalê herî kêm 10 herêm hatin bombebarankirin
- 11:12 25 Cotmeh 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk di tevahiya şevê de bi balafirên şer û SÎHA’yan êrişî herî kêm 10 herêmên Şengalê kir.
Êrişên dewleta tirk ên li dijî Şengalê di tevahiya şevê de berdewam kirin. Dewleta tirk bi balafirên şer û SÎHA’yan 16 caran êrişî herî kêm 10 herêman kir. Li gorî nûçeya Rojnewsê; liv û tevgera balafirên şer a li ser herêmê didome.
Cihên hatine bombebarankirin wiha ne; “Navenda Şengalê, Çil Mêra û Amûd, Sikêniyê, Girê Şehîd Sîpan, Taxa Hey Nasirê, Sîba Şêx Xidir, Xeta Ereban û Geliyê Şiloyê.”
Têkildarî encamên êrişan heta niha tu agahî nehatine parvekirin.