Li Dêrik û Amûdê komploya 9'ê Cotmehê şermezar kirin

  • 15:59 2 Cotmeh 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ber salvegera 26'an a komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê li bajarên Amûdê û Dêrikê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakî hatin lidarxistin.
 
Bi nêzîkbûna salvegera 26'an a destpêkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, li bajarên Amûdê û Dêrikê 2 çalakiyên cuda hatin lidarxistin. 
 
Însiyatîfa Parazerên Sûriyeyî ya ji bo parastina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan têkildarî armancên Komploya Navneteweyî semînerek li navenda Çand û Hunerê ya Dîcleyê li dar xist.
 
Hevserokê însiyatîfê Mihemed Emîn El Neîmî axivî û behsa armancên komployê kir û diyar kir ku armanca sereke têkbirina jiyana hevbeş û aştiyane ya di navbera gelan de bû lê hewldanên komplogeran bi ser neketin.
 
Mihemed Emîn balkişand ser rola parêzeran di bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'Ê Abdullah Ocalan de û banga firehkirina qada çalakiyan û meşandina xebatên hiqûqî di vê çarçoveyê de.
 
Di dawiyê de beşdaran rêbazên çalakirina rola parêzeran nîqaş kir.
 
Amûdê
 
Di heman çarçoveyê de Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi koordîneya Meclisa Bajarê Amûdê civînek li hola PYD'ê li dar xist. Bi sedan şêniyên bajêr, endamên saziyên sivîl û saziyên Rêveberiya Xweser tevli semînerê bûn.
 
Di civînê de pergala îşkence û qirkirinê ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Komploya Navneteweyî û pêwîstiya mezinkirina têkoşînê ji bo bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hatin nîqaşkirin.
 
Di civînê de pergala îşkence û qirkirinê hate redkirin.