Li Wanê çalakiya ‘deng bide azadiyê’: Dawî li tecrîdê bînin

  • 17:44 1 Cotmeh 2024
  • Rojane
WAN - Li Wanê di çalakiya ‘deng bidin azadiyê’ ya pêk hat de wiha hat gotin: “Ji 25’ê Adara 2021’ê heta niha  nêzî 600 serlêdanên ji bo hevdîtina malbat û parêzeran li serdozgeriya komarê ya Bursayê û  girtîgeha Îmraliyê hatiye dayîn. Hemû serlêdan bê bersiv hatine hiştin an jî bi hinceta cezayên dîsîplînê hatine redkirin.”
 
Komeleya Piştevanî û Alîkariya Malbatên Girtiyan (TUHAY-DER) li Wanê der barê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 43 mehe tu agahî jê nayê girtin li Kolana Hunerê çalakiya ‘deng bidin azadiyê’ pêk anî. Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tecgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Alîkariya Kesên Xizmên Xwe di Derguşa Şaristaniyan de Winda kiriye (MEBYA-DER), Meclîsa Ciwanan a DEM partiyê, rêveberên BDP’ê, DEM Partiyê, Komeleya Çand û Hunerê ya Ziman Arsîsa, hevşaredar û gelek kes tevli bûn.
 
Rêveberê TUHAY-DER’ê Emîn Şeker daxuyanî xwend.
 
‘Em polîtîkayên tecrîd û zextê qebûl nakin’
 
Emîn da zanîn ku li Tirkiyeyê li girtîgehan hiqûq tê binpêkirin û got: “Polîtîkayên zext, çewisandin û binpêkirinê li hemû girtîgehan ketiye meriyetê. Bi taybet li ser girtiyên siyasî zext tên meşandin. AKp-MHP girtîgehan bi armanca çewisandina civakê bikar tîne. Li girtîgehan polîtîkayên tecrîd çewisandin, zextan pêk tên. Em van polîtîkayan qebûl nakin.”
 
‘Serlêdan tên redkirin an jî bê bersiv tên hiştin’
 
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “44 mehe agahî ji Abdullah Ocalan û girtiyên din Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar nayê girtin. Ji 25’ê Adara 2021’ê heta niha  nêzî 600 serlêdanên ji bo hevdîtina malbat û parêzeran li serdozgeriya komarê ya Bursayê û  girtîgeha Îmraliyê hatiye dayîn. Hemû serlêdan bê bersiv hatine hiştin an jî bi hinceta cezayên dîsîplînê hatine redkirin.”
 
Emîn di dawiya daxuyaniyê de destnîşan kir ku pêkanîna muebeta giran a li Tirkiyeyê pêk tê, pergalek binpêkirina mafe û wiha dawî lê anî: “Di rayagiştî de bi dehan carî hat dîtin ku ev pêkanîn giran bûne. Li ser girtiyan pêkanînên kêfî hene. Di vê mijarê de DMME’yê Tirkiye 4 caran mahkum kiriye. Em bang li hemû  saziyên navneteweyî, CPT,  NY, Konseya Ewropayê, rêxistinên mafê mirovan dikin ku  bila peywira xwe ya  bînin cih.Bila demildest dawî li tecrîdê bê anîn.”
 
Daxuyanî bi çalakiya runiştinê ya 5 deqeyan bidawî bû.