Li 22 girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê

  • 16:58 1 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan li dijî biryarên darvekirinê yên rejîma Îranê daye destpêkirin li girtîgehên cuda belav bû. 
 
Bi mebesta protestokirina biryarên darvekirinê yên rejîma Îranê, di her roja sêşemê de li girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê li dar dixin. Çalakî di hefteya 36’an de didome. Girtî, çalakiya xwe di çarçoveya kampanyaya “Sêşema bêîdam” de didomînin. Hat zanîn ku çalakî li 22 girtîgehan belav bûye. Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Arakê ragihandin ku dê her hefteyê di roja sêşemê de çalakiyê li dar bixin. 
 
Rejîma îranê di 10 rojên dawiya meha îlonê de herî kêm 23 kes bi dar ve kir. Duh jî li bajarê Humeyniyê 2 kes bi dar ve kir. 
 
Girtîgehên ku li dijî darvekirinê çalakiya greva birçîbûnê hatiye destpêkirin ev in: 
 
“Girtîgeha Evînê, Girtîgeha Qezal Hesarê, Girtîgeha Navendî ya Karajê, Girtîgeha Tehranê ya Mezin, Girtîgeha Khorramabadê, Girtîgeha Nîzamê ya li Şîrazê, Girtîgeha Asadabad a Îsfehenê, Girtîgeha Bamê, Girtîgeha Meşhedê, Girtîgeha Lakanê, Girtîgeha Qaimshahrê, Girtîgeha Erdebîlê, Girtîgeha Tebrîzê, Girtîgeha Urmiyeyê, Girtîgeha Selmasê, Girtîgeha Khoiyê, Girtîgeha Naqdehê, Girtîgeha Saqizê, Girtîgeha Baneyê, Girtîgeha Mêrîwanê û Girtîgeha Kamiyaranê.”