Cenazeyê Zehrayê hat veşartin

  • 13:47 1 Cotmeh 2024
  • Rojane
WAN - Cenazeyê Zehra K. ya li Ebexê bi guman jiyana xwe ji dest da hat veşartin. 
 
Jina bi navê Zehra K. (21) di 30'ê Îlonê de li navçeya Ebex a Wanê li mala xwe bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest da. Piştî ku xizmên wê ferq kirin û agahî dan, polîs û ekîbên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin û hat diyarkirin ku Zehra jiyana xwe ji dest daye.
 
Piştî muayeneya li Saziya Tipa Edlî cenazeyê Zehra li goristana Karşiyaka ya navçeya Tuşba ya Wanê hat definkirin. Tevgera Jinên Azad (TJA), Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal, Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulşen Kurt û Meclisa Ciwanên DEM Partiyê beşdarî merasîma cenaze bûn.