Zaroka ku li Çinarê winda bûbû hat dîtin

  • 12:15 1 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
AMED - Ji zaroka bi navê Aytan Oztemel a ku ji duh danê sibê ve agahî jê nehat girtin, îro hat dîtin. 
 
Ji Aytan Oztemel  a 12 salî ya ku li Taxa Xankajêr (Aşagikonak) a navçeya Çinarê ya Amedê dijî, ji duh ve tu agahî jê nedihat girtin, îro hat dîtin. Aytan ji bo biçe dibistanê serê sibê ji malê derket, dema venegeriya malê dest bi lêgerîna wê hat kirin.
 
Malbata ku lêgerîna wan bê encam ma, serî li Qereqola Jendermeyan da. 
 
Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin Aytan li malbata xwe geriyaye û gotiye ku ew bi hevalên xwe re li yurdê ye.