Efsûna hejmaran: Ada Lovelace
- 09:02 27 Mijdar 2018
- Portre
Sîbel Ozalp
STENBOL - Ada Lovelace jinek her tim di navbera hest û mêjiyê xwe de di nava têkoşînê de bû. Ji hesabên sivik yên kompiturê, wêdetir fikirî û zimanê bernameya yekem kifş kir. Ada bi vî awayî wek bernameçêkera kompîturê ya ewil ket dîrokê û di jiyana xwe ya kurt de pêşketinên girîng di zanista kompîturê de pêk anî.
Ada Lovelace, matematîkvan û nivîskarek Îngîlîz e. Di sedsala 19’emîn de ku destûr nedihat dayin ku jin tevlî nîqaşên zanistê bibe de, di kovarek zanistî de li ser pergalên kompîturê yekem jina ku weşana akademîk kiriye. Di vê dema ku jinan nikarî li ser zanistî tiştekî bike, ji bo ‘jinbûna’ xwe diyar neke, nivîsên xwe bi îmzeya tîpên destpêka navê xwe ‘A.A.B’ weşand. Ada ya ku navê wê yê rast Augusta Ada Byron bû, di 10’ê Kanûna 1815’an de li Londonê keça helbestkarê îngîlîz Lord Byron (George Gordon) û dayik Isabella Mîlbanke ku bi hezkirina xwe ya matematîkê dihat zanîn hat dinê. Ada hîna yek mehî bû dê û bavê wê dest ji hev berdidin û bavê wê 4 meh şûnde Îngîlîstanê terk dike. Bavê wê di 1853’an de li Yewnanîstanê dimre. Adayê bavê xwe qet nedîtiye. Ada ji aliyê dayika wê ve tê mezinkirin.
Di zarokatiya xwe de pêvajoyek zehmet dijî
Ada ya zarokatiyek zehmet dijî her tim nexweş dikeve. Ada di 8 saliya xwe de êşên bi şîdet ên serî dijî. Di 1829’an de di meha hezîranê de bi nexweşiya sorikê dikeve û felç dibe. Ada heta salekê di nav nivînan de dimîne, lê xwe di alî matematîkê de pêş dixîne. Di 12 saliya xwe de biryar dide ku bifire, di vê mijarê de dest bi lêkolînan dike.
Heta 1832’an tevlîbûna jinan a nîqaşên zanistî qedexe bû
Li Îngîlîstanê heta sala 1832’an tevlîbûna jinan a nîqaşên zanistî qedexe bû. Wê demê jin çiqas perwerdekirî bin jî wek objeyek domestîk a malbatê dihatin dîtin. Adayê bi serkeftina xwe, ne tenê li wê demê, li hemû dîrokê navê xwe bi tîpên zêrîn nivîsî.
‘Di plana yekem de zanist cih digire’
Ada di 20 saliya xwe de di 1835’an de bi Wîllîam Kîng re ku 10 salan jê mezin bû re zewicî. Di 1838’an de hevjînê wê Wîllîam merteba ‘Lovelace Kontu’ girt Ada jî dibe ‘Kontesa Lovelace’. Murebiye bi 3 zarokên Ada û Wîllîam re eleqeder dibin. Ada bi plansaziyên ku ji kontesekê tê payîn eleqeder nabe û di jiyana wê de zanist di plana ewil de cih digire.
‘Jina efsûna hejmaran’
Ada Lovelace, bi mucîdê ‘Maşîneya Ferq’ Charles Babbage nas dike. Ada ji zanîna matematîkê ya Charles bi bandor dibe. Li ser matematîk û mantiqê nîqaş û xebatên wan ên hevpar çê dibin. Hevaltiya wan heta seranserê jiyana wan didome. Charles ji ber hêza serkeftinê ya Adayê, jê re dibêje ‘jina efsûna hejmaran’.
Nisîvên wê di kovarê de tê weşandin
Destekvanê herî mezin ê Adayê, Charles bû. Charles li ser îcada xwe ya nû ya bi navê Makîna Analîtîk (Analytîc Machîne) dixebite. Ada nivîsa matematîkvanê Îtalyan Louîs Menebrean ji Fransî wergerî Îngîlîzî dike û şîroveyên xwe jî lê zêde dike. Bi teşwîqa Charles di 1843’an de nivîs di kovarek zanistî de tê weşandin.
Yekem bernameçêkera kompîturê
Ada bi nîşeyên li wergerê zêdetir kir, hejmarên Bernoullî, bi makîna Charles çawa tê hesabkirin, bi berfirehî vegot. Ev metoda Adayê ji aliyê dîroknasan ve wek yekem bernama kompîturê tê qebûlkirin. Ada dibe xwedî merteba ‘bernameçêkera yekem’.
Ada Lovelace Day
Ada Lovelace di jiyana xwe ya kurt de piştgiriyek mezin dide zanista kompîturê û di 27’ê Mijdara 1852’an de ji ber pençeşêrê jiyana xwe ji dest dide û li cem bavê wê yê qet nas nekiriye hat definkirin. Piştî mirina wê şûnde navê bernameyên bi starta ISO ku Departma Parastina DYA’yê di navbera 1977-1983’an de pêş xistiye, kirin Ada.
Di 2008’an ji bo xwendekarên jin ên zanista kompîturê li ser navê wê pêşbirkek tê destpêkirin. Konferansa BCS Women Lovelace Colloquîum ya salane ji bo xwendekarên jin tê dayîn, navê wê ji Ada Lovelace tê. Ji ber xebatên Adayê, her sal roja sêşema duyemîn a meha cotmehê de wek Roja Ada Lovelace (Ada Lovelace Day) tê bibîranîn.