‘Polîtîkayên aboriyê û krîz atolyeyên biçûk tune dikin’
- 10:12 14 Tebax 2018
- Ked/Aborî
Melîke Aydin
ÎZMÎR- Yek ji kargehên ku herî zêde jin kedê didinê atolyeyên biçûk yên tekstîlê ne û her diçin tune dibin, fabrîkayên tekelî jî dibin sedema binpêkirina keda jinê.
Yek ji qadên ku herî zêde keda jinê lê tê binpêkirin sektora tekstîlê ye û atolyeyên hilberînê yên fason yên biçûk jî piştî krîzên aborî zêdetir biçûk dibin. Xwediyê atolyeyê P.A diyar kir ku pergala perwerdê, krîza aborî û pergala fabrîkayê yên her diçin dibin tekel di qada kedê de pergalek nû û çavsor ya nû ferz dike û got keda jinê bêhtir tê çewisandin.
P. ya nexwest navê xwe bide destnîşan kir ku ji ber hilberîna tekstîla xam li welat kêm bûye, ji ber sektor girêdayê derve ye û TL nirx winda kiriye atolyeyên biçûk tune dibin.
‘Pergala perwerdê jinan hepsî malê dike’
P bi lêv kir ku piştî derbasî pergala 4+4+4 a perwerdê bûne şûnde di dîtina hoste û karkeran de zehmetî kişandine û wiha got: “Hejmara zarokên karker û hêza kar a bê ewle zêde bûye. Bi pergala perwerdê ya guheriye re zarokên keç zêdetir hepsî malê bûne. Berê qe nebûya malbatan zarokên xwe ji ber ku dihat ferzkirin dişandin dibistanê. Di nav demê de pêşiya wan dihat vekirin ku biçin kar. Lê niha li malê rudinin û malbat wan dizewicînin. Hepsê malê dibin an jî li tekstîlan wek hêza kar a erzan dixebitin.”
P. her wiha bi lêv kir ku barê sîgore jî atolyeyên biçûk dide zorê û dewlet jî piştgiriyê dide şîrketên mezin û bi fabrîkayaran re pergala şagirtiyê tune bûye.
P. di dawiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Ji ber fabrîka ji mûçeyê zêdetir pereyê mesayiyê dide, bi taybet yên mûçeyê asgarî digirin her tim li mesayiyê dimînin. Wek çareserî kooperatîfbûn û avakirina pazarê divê hebe. Divê dewlet prîmên sîgorteyê bide. Prîm gelek zêde ne 300, 400 TL ye. Ger biketa me yê hemû bikira sîgorte. Em diçin nexweşxanê ji bo reçete û dermankirinê cuda cuda pere didin.