Karkera Camê Burçak: Em êdî li her derê ne!
- 09:25 14 Çile 2018
- Ked/Aborî
Habîbe Eren\Duygu Erol
ENQERE - Burçak Tekîn li Xana Pîlavoglu di dukana xwe de karkeriya camê dike û ji ber ku karê camê wekî karê mêran tê dîtin bertek nîşanda. Burçakê diyar kir ku jin êdî li her derê hene.
Xana Pîlavoglu ya dîrokî ku li navçeya Altindag a Enqereyê ye ji sedsala 17’emîn heta niha hebûna xwe diparêze. Xana bi dîwarên xwe yên kerpîç û text balê dikişîne, ji bo jinên hilberînê dikin jî cihekî girîng digire. Li her dukanê hilberînên cuda tên kirin û jin di nava piştevaniyê de dixebitin.Yek ji van dukanan ya Burçak Tekîn e. Arkeolog Burçak Tekîn piştî teqawît dibe şûnde dukan ve kir û karê camê dike. Burçar ev 7 sale karkeriya camê dike.
‘Gotin ‘ti yê çawa bikî’
Di têketina dukanê de tabloya ‘em hildiberînin, em hene’ cih digire û ev jî di esasê de sekna jinan nîşan dide. Di dukana Burçakê de jî xişirên cam, bîblo û xemlên ji camê hene. Burçak diyar dike ku karkeriya camê karekî gelek bi kêfe û gor dema fikra vekirina dukanê bi derdora xwe re parve kiriye gelek kes li dijî vê derketine û ew pêvajoya wiha vegot: “Ji ber pirsgirêkên aborî gelek kes nekare tiştekî bikin. Dema nû min dest pê kir her kesî got tiyê çawa bikî. Tirkiye her tim wisa bû û di encamê de dema hinek dahatuya jinan hebe dikarin bibin xwedî kar. Dema mirov li malê ne lêçûnek jî tine. Li vir qe nebe hun hildiberînin.”
‘Em hev wek raqîb nabînin’
Burçakê destnîşan kir ku hêdî hêdî hilberînên keda destê mirovan jî dibe xwedî nirx û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Turîstên herêmî û biyanî bi taybet tên serdana van dukanan. Em bi jinên li xanê re di nav piştevaniyê de ne. Em hevalan ti car wek raqîb nabînin. Gelek piştên em bi hev re parve bikin hene. Ez camê çêdikim hevalek din textan. Em gelek tiştan ji hev hîn dikin.”
‘Ger li malê runiştima minê nekarîbû wisa bikira’
Burçak dema camê çêdike gelek xemlan jî bi camê re bikar tîne û cam û zîv jî tîne cem hev. Burçakê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Karekî zehmet û bi sebrê dixwazeye.Dema em camê çêdikin ji bo nederize em gelekî dipên. Karê camê wek karê mêran tê dîtin. Lê em jin êdî li her derê ne. Ez bang li jinan dikim.Ti tiştekî ku nekarin bikin, tine. Bila li malê runenin û li cihên wisa dukanê vebikin û hilberînên destên xwe binirxînin. Bila jin di vê mijarê de xwe şûnde nekşînin.”