Du jin, du heval têkoşîna jiyanê didin: Îrem û Hîclal

  • 09:02 1 Mijdar 2017
  • Ked/Aborî

Rojda Aydin

AMED - Jina bi navê Îrem Bîlgî ya ku bi xwişka xwe Hîclal re ji bo ji bin fermana mêran xwe xilas bikin têkoşîna jiyanê didin. Îrem û Hîclal ji bo li ser lingên xwe bisekinin cihekî bi navê “Mala Me” vekirine û xwarinên bi desta tê çêkirin çêdikin.
 
Jinên ku berê ji aliyê malbatan ve bi zorê hatine zewicandin niha ji bo li ser lingên xwe bisekinin têkoşîna jiyanê didin. Jina 51 salî Îrem Bîlgî ya ku dayika 9 zarokan e ew û xwişka wê Hîclal bi eslê xwe ji Deştê(Bismil) ne bi temenê biçûk di 14 saliya xwe de bi zorê ji aliyê malbata xwe ve hatine zewicandin. Îrem û Hîclal niha ji bo mihtacê mêran nebin rêya xwe ji rêya mêran veqetandine û ji bo li ser lingên xwe bisekinin têkoşîna jiyanê didin. Îrem got ku wan di temenê xwe yê biçûk de tu tiştek nekirine, tim di bin fermanê mêran de mane û lewra jî nikaribûne têkoşîna jiyana xwe bidin. Niha jî biryar dane ku ji bin fermana mêran xwe xilas bikin û rêya xwe xêz dikin. Îremê anî ziman ku niha ji bo rêya xwe xêz bikin biryar dane ku bi hev re bixebitin. Îrem û Hîclalê fikirîne ku karekî çawa bikin û piştre fikra çêkirina xwarina bi destan ketiye bîra wan. Lewra jî ji xwe re cihekî bi navê “Mala Me” vekirine.
 
‘Ked zehmetiyê dixwaze’
 
Îremê anî ziman ku bi xweşka xwe re cihê bi navê “Mala Me” vekirine bi rê ve dibin û her wiha anî ziman ku sedema navê “Mala Me” hemû xwarina bi destên xwe çêdikin û ji ber ku ew dixwazin xwarinên organîk û tendûrîstî bidin gel û wiha pêl da axaftina xwe: “Her wiha li Amedê gelek ciwan ji ber tu karê wan tuneye bê kar mane û ji bo ku bê kar nebînin me biryar da ku ciwan jî bi me re bixebitin. Her wiha karê me her çiqasî pir ne baş be jî, em hewl didin ku baş bibe. Em bi xwe bawer in ku xwarinên gelekî xweş çêbikin û bi vî karî debara xwe bikin. Ji ber ku mirov heta ku zehmetiyê nebîne nikare bi ser keve. Ji ber ku ked zehmetiyê dixwaze. Lewra jî em li vir xwarinê bi destên xwe çêdikin. Xwarinên wek; Dîzik(Güveç), Kuftik, Birinc, Selete, Mehîr, Nanê sêlê ya bi qiyme, kartol û penêr çêdikin. Ger ku muşterî xwarinên cuda bixwazin em ê xwarinên xwe zêde bikin.”
 
‘Xwezî min ev kar 10 sal berê kiriba’
 
Îremê diyar kir ku keda jinê gelekî girîng e û ji bo ku jin mafên wan desteser nebin divê bixebitin û wiha got:" Xwezî min ev kar 10 sal berê kiriba. Pêşniyara min ji jinan ev e ku ew jî rabin ser piyan, bixebitin û keda destên xwe nîşan bidin. Ji bo jinan tu kar ne zehmet e, jin dikare her karî bike.”
 
‘Mêran keda jinê nedidît an jî keda wan desteser dikir’
 
Îremê di dawiya axaftina xwe de wiha got:“ Di demên berê de tim jin zêde dixebitîn û derfet berê tunebûn. Jinan hem mal bi rê ve dibir û ji aliyekî din ve jî dixebitîn. Lê dîsa jî mêran keda jinê nedidît an jî li ser keda wan rûdinişt. Lewra jî jin tim di bin fermana mêran de dima. Lewra jî jin niha di bin fermana mêran de xwe xilas dike û rêya xwe xêz dikin. Hêviya min ew e ku jinên dinê jî xwe ji bin fermana mêran xilas bikin.”