Jinên esnaf:Dirêjkirina OHAL'ê pêşî li krîza aborî vedike

  • 09:05 27 Cotmeh 2017
  • Ked/Aborî
Zeynep Turgut
 
COLEMÊRG - Li Tirkiyeyê saleke OHAL berdewam dike. Li gel OHAL'ê pêşî li krîza aborî jî bi tu awayî  nayê girtin. Esnafên Geverê diyar kirin ku dirêjkirina OHAL pêşi li krîza aborî vedike û bang li rayedarên dewletê kirin ku krîza aborî çareser bikin. 
 
Piştî ku li Tirkiyeyê OHAL hat îlankirin asta krîza aborî zêde bû û di warê aboriyê de zehmetiya herî mezin jinên esnaf dikşînin. Jinên esnaf yên Geverê diyar kirin ku dirêjkirina OHAL'ê pêşî li krîza aborî vedike û gotin ku di warê aborî de tu veberhênan nayê kirin.
 
'Piştî krîza aborî binpêkirina keda jinan zêdetir bû'
 
Jina bi navê Ferîde Arslan anî ziman ku dirêjkirina OHAL'ê azadiya aborî dikuje û got ku li tirkiyeyê ji bo çareserkirina krîza aborî gav nayên avêtin û wiha axivi;" Me li Geverê pêvajoyeke zehmet derbas kir. Ev pêvajo bi qedexe, şer û pêvçûnan bi dawî bû. Niha jî em bi derfetên herî kêm debara xwe dikîn. Li  gorî navend û navçeyên din şert û mercên Geverê zehmetir in. Ji ber ku Gever hati bû hilweşandin. Em hatîn me ji nû ve bi derfetên xwe dîsa ava kir. Ev  20 sal e ez esnaftiyê dikim. Bêgûman her sal li Tirkiyeyê krîza aborî heye. Di warê aboriyê de Tirkiye gavên girîng navêje. Pêjeroja aboriya Tirkiyeyê girêdayî welatên ji derve ye. Aborîya Tirkiyeyê wiha xwe li ser piyan digire. Li Tirkiyeyê di qada aborî de herî zêde jin dixebitin. Lê herî zêde jî keda jinan tê binpêkirin. Piştî krîza aborî binpêkirina keda jinan zêdetir bû. Em li bendê bûn ku OHAL bê rakirin lê 3 mehên din zêdetir kirin. OHAL  bandora neyînî li ser  aboriyê dike."
 
'OHAL herî zêde bandora xwe li ser  esnafan dike'
 
Şûkran Arslan jî bi lêv kir ku her salê aboriya Tirkiyeyê xwe dubare dike û got ku li Tirkiyeyê xweseriya aborî tune ye û wiha got:" Li bajarên Kurdîstanê di qada aboriyê de xîzaniyeke mezin heye. Rewşa awarte jî her dem tê dirêjkirin. Ev saleke li Tirkiyeyê OHAL berdewam e. OHAL bi tu awayî nayê rakirin. Ev herî zêde jî bandora xwe ya neyînî li ser me esnafan dike. Gel êdî mîna berê rehet danûstanê nake. Ji ber ku ditirse. Esnaf herî zêde ji OHAL'ê bi gilî û gazinc in. Ji ber ku sedêma krîza aborî OHAL' e. GelêN Tirkiyeyê her tim di  civateke  şer de aboriya xwe û jiyana xwe didin meşandin. Derûniya şer jî derûniyeke  pir zehmet e. Gever hate hilweşandin,  gel bi derfetên xwe ji nû ve ava kir. Ji ber şer û pêvçûnan aborî jî têk diçe. Navbera Tirkiyeyê û hemû welatên derve xerab e. Ev jî pêşî li krîza aborî vedike û destûr nade ku aborî pêşve biçe."
 
'Em jinên  ciwan dixebitîn  lê  keda me vala derdixînin'
 
Şûkranê di dawîya axiftina xwe de bang li rayedarên dewletê kir ku pêşî li krîza aborî bê girtin û got ku pêwîste gavên girîng bên avêtin û wiha axiftina xwe bi  dawî kir:"Li Tirkiyeyê xweseriya aborî tune ye. Em jinên  ciwan dixebitîn  lê  keda me vala derdixin. Aboriya gel tune ye. Welatî her roj xîzantir dibin û bi tu awayî nikarin debara mala xwe bikin. Ji bo ku pêşî li krîza aborî bê girtin, pêwîste biryarên giring bên dayîn."