Karkerên zeviyan: Pere ji keda me û xebata me mezintir dibînin
- 09:07 21 Cotmeh 2017
- Ked/Aborî
MÛŞ - Bi hatina demsala payîzê re karkeran dest bi komkirina silkan kirin. Karkerên ku di bin şert û mercên herî mezin de dixebitin li hemberî keda wan tenê şekir tê dayîn. Karkeran diyar kirin ku keda wan tune tê hesibandin û gotin ku ji ber keda wan tê binpêkirin xweseriya aborî tune ye.
Li Tirkiyeyê herî zêde mafê karker û kedkaran tê xwarin û binpêkirin. Herî zêde jî karkerên ku di zevîyan de dixebitin keda wan tê çewisandin. Bi hatina demsala payîzê re li gundê Dêrikê yê navçeya Malazgîrtê jinên karker dest bi komkirina silkan kirin. Karkerên ku bişev û biroj di bin tavê de dixebitin heqê keda wan nayê dayîn. Jinên karker diyar kirin ku ew fabrîka heqdesta ku heq dikin nadin wan û got ku keda wan tune tê hesibandin.
'Keda me tune dihesibînin'
Karkera bi navê Îpek Mert anî ziman ku keda wan nayê dîtin û wiha got;”Em di meha biharê de zeviyan zibil(gubere) dikin. Ji avdanê bigire bi hemû karên çandiniya slkan re em eleqeder dibin. Bi salan e ez di zeviyan de dixebitim. Ez bi vê xebatê debara xwe dikim. karekî pir zehmet e. Em bi berbanga sibehêre dest bi kar dikin. Heyanî êvarê em li ber tavê dixebitîn. Demsala payîzê hat êdî divê em bi lez bixebitîn û silkan kom bikîn. Her zehmetiya wan em karker dikşînîn. Ji barkirina wan bigre heta bi paqijkirina wan em dikin. Sikên ku li zeviyên me tên çandin bi temamî xwezayî ne. Lê em heqê keda xwe nagirin. Em silkên ku hildiberînin difiroşîn fabrikayan. Lê mixabin tiştekî nadin. Li hemberî vê xebata me şekir didin me. Em palayan jî digirîn her wiha xwarin jî ji me ye. Lê dîsa jî herî zêde mafê me û keda me tê binpêkirin. Tu kes ji kêfa xwe li bin germahiyê yan jî sermayê naxebite. Her karkerekê li vir ji bo ku debara xwe bike dixebite. Lê pere ji keda me û xebata me mezintir dibînin.”
‘Neheqiya herî mezin li karker û kedkaran tê kirin’
Karkera bi navê Pervîn Tunç jî bal kişand ser binpêkirina keda karkeran a tirkiyeyê û got ku li Tirkiyeyê û wiha got:”Li tirkiyeyê herî zêde keda kedkaran tê çewisandin û bi taybetî jî ya kedkarên jin. Ji xwe di zeviyan de jî herî zêde jin dixebitin. Ev demeke dirêje ez di zeviyan de dixebitim. Bi rastî karekî pir zehmet û giran e. Herkes nikare bike. Ddkarî hilbirînê jî dixwaze. Em dixebitîn lê em heqê keda xwe nastînin. Karê ku em dikîn vala dibînin û tune dihesibînin. Em niha di demsala payîzê de ne. Divê em şev û roja xwe bikîn yek. Ji ber ku baranek bibare wê erd şil bibe û êdî em nikarîn di nav vê heriyê de bixebitîn. Keda me tev dê vala biçe. Lê lez jî me pir diwestîne. Ez her tim di nav zeviyan de xebitî me. Kêfa min pir ji axê re tê. Mirov bi xwezayê rerûbirû ye. Aliyên vê xebatê yên erênî jî hene. Lê dema ku keda mirov neyê dîtin û mirov heqê keda xwe nestîne mirov gelek aciz dibe. Li vî welatî neheqiya herî mezin li karker û kedkaran tê kirin. ”