20 sale ji demsalê heta demsalê koçber in

  • 09:14 8 Îlon 2019
  • Ked/Aborî
Safiye Alagaş
 
SAKARYA - Li Tirkiyeyê her sal bi sedhezaran karkerên çandiniyê yên demsalî, piştî rêwitiyeke bi xeter şûnde digihêjin cihê xebata xwe. Karkerên di şert û mercên derveyê mirovahiyê tên xebitandin û di konan de dijîn, ligel vê rastî êrîşên nîjadperest jî tên. Songul Turnççelîk û malbata wê ku 20 sal e karkeriya çandiniyê dikin îsal li Sakaryayê findiqan kom dikin.
 
Li Tirkiyeyê bi taybet di mehên havînê de karkerên demsalî ji bajarên herêmê tên Anatolya Navîn û Behrareş. Her sal bi sedhezaran kes koç dikin. Karekerên di şert û mercên giran û bê ewlehî de dixebitin, bi êrîşên nîjadperest û cînayetên kar  jî jiyana xwe ji dest didin. 
 
Piştî rêwistiya 24 saetan şûnde digihêjin cih
 
Karkerên demsalî bi komên ku ji 20-30 kesî pêk tên, tên Behra Reş û bi giştî ji malbatan pêk tên. Malbata Songulê 20 sale ji Amedê tên Behra Reş û findiqan komdikin. Zarokên demsala havînê wisa derbas dikin, piştî temenê 13-14 salî dibin karkerên çandiniyê.
 
Malbat îsal tên gundê Kayrancik a navçeya Kaynarca ya Sakaryayê. 20 kesên ku hemû xizmên hev in, ji Amedê tên Sakaryayê. Rêwitiya wan pir zehmet derbas bûye. Di rêwitiyê de tekerê wesayita wan diteqe û dema digihêjin Konyayê vê carê jî fren diteqe. Bi vî awayî tên Sakaryayê. Bi awayekî mucîze qeza çênabe. Riya 18 saetî di 24 saetan de hatine.
 
Rojê 12 saetan dixebitin
 
Di pêvajoya xebatê de xurekên xwe bi xwe re tînin. Pereyê rê jî ew didin. Rojê 12 saetan dixebitin. Xwarina nîvro ew çêdikin û bi xwe re dibin.Xwarinan jî sar dixwin. Ava germ tune ye, cilan bi destan dişon. Ji ber vê ji bo razana wan 5-6 saet dimîne. Nîvro saetek ji bo xwarinê navbera kar heye. Piştî xwarinê saet di 17.00’an de 15 deqe bîhndan heye. Carna findiqên hemû gundî kom dikin, carna jî derbasî gundekî din dibin. Ji bo pere bigirin hemû malbat divê mehekê bixebitin. Rojên ku baran dibare jî karker naxebitin. Rojên nexebitin jî heqdestê wan tune.
 
Ya herî zêde nerehet dike êrîşên nîjadperestin
 
Ya ku herî zêde bandorê li malbatan dike êrîşên nîjadperest in. Mehmet Tunççelîk wiha dibêje: “Ez di înşatadan de dixebitim. Îsal sektora înşatê têk çû. An jî em ê îsal nehatibana. Ciwanekî ji Amedê hatibû navçeya Karasu ya Sakaryayê rastî êrîşê hat. Xistin beşa lênêrtina giran. Karkerên wir xwestine dest ji kar berdin û biçin. Gundiyan jî gotiye hun biçin wê kî kom bike. Destur nedane. Me karkerên herêmê biryar girt ku em neçin wî gundî. Lê karkerên din çûne kom kirine. Carekê hewlestek wisa bê nîşandan wê êrîş çênebin.”
 
Di kon an jî bereqeyan de dijîn
 
Malbat her sal beriya bên li xwediyê kar digerin û dibêjin cihê em bimînin çawa ye. Her carê dibêjin cih baş e. Lê her cara tên di kon an jî cihên wek axur de dimînin. Ava germ tune ye. Malbatên ku hezar û 600 kîlometre rê tên, bixwazin vegerin jî nikarin vegerin. Xwediyê kar jî dizane ku ew nikarin vegerin, girîngiyê nade cihên ku lê dimînin.”
 
‘Nahêlin em kurdî biaxivin’
 
Malbatê diyar kir ku bi taybet ji ber êrîşên nîjadperest naxwazin bên vir û got ji ber betaliyê neçar dimînin bên. Bi taybet diyar dikin ku di temenê biçûkantiyê de pir zehmetî kişandine. Ciwanekî bi lêv kir ku bi taybet ji ber axaftina kurdî zehmetiyan dikşînin û got: “Hinek patron dibêjin kurdî neaxivin. Dibêjin bi kanalek din neaxivin. Lê piranî kesên tên tirkî nizanin. Em dengê xwe dernaxin. Em deng derxin şer derdikeve. Ev pisgirêk her sal tên jiyîn.”
 
‘Rewşa jinan zehmet e’
 
Songul Tunççelîk ya bi malbata xwe re hatiye findiqan kom dike 20 salî ye û ji lîseyê mezun bûye. Ji 13 salî de bi malbatê re tê findikan kom dike. Songulê daxuyakirin ku ligel kurdbûnê wek jin jî zehmetiyê dikşînin û got: “Ev du sale ji bo me zehmet derbas dibe. Ji ber em kurd in em pisgirêkan dijîn. Ev min ditirsîne. Min nedixwest ez bêm vir. Ez ji bo konservatuarê xwe amade dikim. Dixwazim bibim mamosteya muzîkê.” Songul li Amedê jî wek kedkara malê dixebite. Songul pereyê ji findiqan qezenc dike jî dide malbata xwe.