'Ji bo ez li ser lingê xwe bisekinim ez gelek ked didim'

  • 09:09 22 Hezîran 2019
  • Ked/Aborî
AlmasNayif / Viyan Said
 
ŞENGAL - Li bajarokê Sinûnê jina bi navê Kamo Hecî  ji bo debara xwe bike û zarokên xwe xwedî bike bi çandiniyê mijûl dibe. Kamo ya ku ev 4 sal in karê çandiniyê dike wiha got:"Ez dixwazim di jiyanê de li ser piyên xwe bisekinim. Ez ji xebatê hez dikim. Loma jî têdikoşim."
 
Jina bi navê Kamo Hecî ya ku li Bajarokê Sinûnê yê Şengalê dimîne ev 4 sal in çandiniyê dike û debara mala xwe bi vî hawî dike. Kamoyê anî ziman ku hevserê wê piştî ku jiyana xwe ji dest daye wê dîsa têkoşîna xwe ya jiyanê dewam kiriye û wiha got:"Ji bo ez û zarokên xwe mexdûr nebin ez her dem xebitîm. Heta ku em nexebitin em ê nikaribin li ser lingên xwe bisekinin."
 
'Ji bo ez li ser lingê xwe bisekinim ez gelek ked didim'
 
Komayê bi lêv kir ku dema ew dixebite ew bi hêztir dibe û wiha got:"Niha min xiyar çandiye. Dema ez xiyar diçînim ez gelekî zehmetiyan jî dijîm. Lê ji bo zarokên xwe tevî zehmetiyan ez dixebitim. Ji bo zarokên min jiyanek baş bijî ez dixebitim. Ez weke dayikekê ji bo zarokên xwe dikarim her tiştî bikim. Ji bo ez li ser lingê xwe bisekinim ez gelek ked didim."
 
'Jiyan û debar gelek zehmet bûye'
 
Komayê bal kişand ser zehmetiyên jiyanê û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Dema em dinêrin bi rastî jî jiyan gelek zehmet bûye. Debar zehmet bûye. Loma ji bo em li ser lingê xwe bimînin divê em têkoşînek baş bidin. Ez dixwazim di jiyanê de li ser piyên xwe bisekinim. Ez ji xebatê hez dikim. Loma jî têdikoşim. Ji bo ez û zarokên xwe mexdûr nebin ez her dem xebitîm. Heta ku em nexebitin em ê nikaribin li ser lingên xwe bisekinin."