Li Tirkiyeyê sewalkarî qediya ye

  • 09:17 15 Hezîran 2019
  • Ked/Aborî
Gulîstan Azak
 
AMED - Tirkiyeya ku 10 sal in goşt îthal dike, di mijara hilberîna şîr de jî di nav welatên cîhanê de di rêza dawî de cih digire. Hilberînerên şîr yên lêçûna êmê îthal jî nikarin bidin, çareyê bi firotina sewalan dibînin.
 
Tirkiye 10 sal in goşt îthal dike. Li gorî Rapora Sewalkariyê ya Odeya Endezayarên Zîraatê, Tirkiyeyê di sala 2018’an de tenê di navbera mehên çile-gulanê de 566 hezar û 391 sewalên zindî îthal kiriye. Tirkiye di hilberîna şîr de jî di nav welatên cîhanê de di rêzên dawî de cih digirin. Li gorî vê Tirkiye 3 ton û nîv, Amerîka 10 ton, Ewropa jî 8 ton û nîv şîr bidest dixe.
 
Tevî evqas îthîlatê ne bihayên şîr yên hilberîneran ne jî bihayên goşt hat hevsengkirin. Ne jî sewal hatin zêdekirin. Ji ber êmê sewalan jî îthal e. Ji ber vê daneyên şîr jî têrî lêçûna êmê îthal nake. Ji ber vê sewalan difroşin.
 
‘Sewalkarî qediya’
 
Jina bi navê Sacîde Varsak daxuyakirin ku hilberîna şîr têrî lêçûnên wan nakin û şîrê ku hatiye asta nayê hilberînê, qezenca wê jî ketiye. Sacîdeyê bi lêv kir ku di mijara şîr de divê piştgirî bê dayîn û wiha got: “Êdî derfetê aborî ya dotina şîr û firotina wê de qezenc nemaye. Ji 7 çêlkan 5 kîlo şîr nayê. Hilberîna şîr û sewalkarî qediyaye. Em hatin asta ku nikarin hewcedariyan çareser bikin. Her tişt biha bûye.”