'Projeya Gardînya ji bo pêşketina jinan hat avakirin'

  • 09:08 12 Hezîran 2019
  • Ked/Aborî
Roj Hozan 
 
QAMIŞLO - Jinên xebatkarên Çayxaneya Gardînya ya jinan  a li navçeya Girkêlegê di derbarê pêkanîna projeye xwe ya xweser a jinan dibêjin: "Projeya Gardînya ji bo rehetiya tevahî jinan hatiye pêkanînin. Divê jin xwedî li keda xwe derbikeve ji bo siberojeke azad û aborîyeke xurt em dixebitin. Projeya Gardînya ji bo pêşketina jinan hat avakirin."
 
Çayxaneya Gardînya ya jinan, li Navçeya Girkêlegê ya Kantona Qamişloyê wekî koperatîfeke xweser ji aliyê jinên Ereb ve hatiya vekirin.  Di Çayxaneya Gardîniya de 4 jinên Ereb dixebitin û wekî yekem  pirojeya çayxaneya jinan li herêmê tê pêşxistin. Ev çayxane bi rengê jinê tê naskirin ji xemla cih û paqijiya mekan her wekî din tevgera jin di nava xebat û keddayinê  de  baş ji aliyê mirovan ve tê dîtin. Dema jin derbasî cihê çayexaneyê dibe xwe rehet hês dike. Ji bo bêtir naskirina xebatên jinê yên di çayxaneyê de jinên ku bi proje pêk anîne hest û watedariya keda xwe anîn ziman û gotin:"Jin her dem li keda xwe xewedî derdikevin. Di nava kedê de xweşkbûna jinê û tevgera wê her zindî ye."
 
'Israra jinê projeye me serkeftî kir'
 
Rêvebera Çayxaneya Gardînya Ebîr El Hebîb di derbarê fikrê vekirina vê pirojeya taybet a jinan wiha dibêje :"Di destpêkê de me xwest em balê bikşînin ser dema em hindekî balê bikşînin ser hêz û xebata jinê. Di civaka me de tu cihên wisa ku tenê jin lê kom bibin tune bûn bi taybet çayxane. Dema em dibêjin çayxane tenê cihên giştî yên kombûna mêran tên bîra mirovan, ji bo wê jî pêkanînek projeyeke wisa ne qebûlkirineke mezin di civakê de da çêkirin. Ev proje bi nerîn û pêşniyara jinê hat pêşxistin  ku êdî di cihên wisa de jin bi rehetî tev bigere  û wekî jinên ereb jî em bibin xwedî aboriyeke xurt û siberojeke azad.  Israra me jinan ev proje serkeftî kir û niha jî jin ji hemû herêmê berê xwe didin çayxanaya me."
 
'Tevgara jinê di nava xebatê de her zindî ye' 
 
Di berdewamiya axaftina xwe de Ebîrê wiha got:"Di nava xebatên jinan de hezkirin û wekheviyek heye. Em xwedî li keda xwe derdikevin. Em bi hezkirin û wekhevî xebatên xwe dimeşînin. Di nava çayxaneyê de em her cureyên vexwarinê ji mêvanên xwe re pêşkêş dikin, ew jî bi vê yekê kêfxweş dibin û em jî watedariya keda xwe nas dikin ji ber xweşikbûna jinê û tevgera wê di nava xebat de her zindî ye. Em dixwazin dema jin bên çayxaneya me ew jî ji xebata me feyzê bigirin. Ev yek dê me bextewar bikin."
 
'Muhra jinê li çi xebatê  bikeve ew kar bi disîplîn û serkeftî ye' 
 
Jina xebatkar a bi navê Zeyneb El Elî wiha nerîna xwe ji bo pirojeye Gardînya parve kir: "Helbet em  rojên dîrokî dijîn. Îro jinek dûrî kedê tune ye. Muhra jinê li çi xebatê bikeve ew kar bi disiplîn û serkeftî ye. Di Çayxaneya me de jî hêza jinê û îradeya wê dibe bersiv ji zimanê civakê re bi tayibet civaka me ya Ereb re. Bi saya vê şoreşê û keda jinên qehreman û fikrê azad û xwenaskirina kesayeta rast û mefhumê azadiya jinê û jiyanê em dikarin bi rehetî kar bikin û bibin xwediyê projeyên xweser, em çiqas hestên xwe bi lêv bikin hindike hêviya me serkeftine ji bo hemû pirojeyên jinê re."