ÎSÎG: Di nav 5 mehan de 26 zarok jiyana xwe ji dest dane

  • 13:50 11 Hezîran 2019
  • Ked/Aborî
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi minasebeta 12'ê hezîranê Roja Têkoşîna Li Dijî Karkeriya Zarokên Cîhanê ÎSÎG raporek aşkera kir û li gorî raporê di 5 mehên dawiyê ya îsal de 26 zarok jiyana xwe ji dest dane.
 
Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG), bi minasebeta 12'ê hezîranê Roja Têkoşîna Li Dijî Karkeriya Zarokên Cîhanê raporek ji raya giştî re parve kir. Rapor bi navê "Hejmara karkerên zarok zêdetir dibin û cînayetên ser kar nayên dîtin" hat aşkerakirin. Li gorî raporê li Tirkiyeyê di 5 mehên dawiyê de herî kêm 26 zarok jiyana xwe ji dest dane. 
Di raporê de hat diyar kirin ku di sala 2018’an de ji sedî 21 zarok dixebitin. Her wiha li gorî daneyên TÛÎK'ê di sala 2018’an de hejmara zarokên ku dixebitin 7 hezar zêdetir bûye û her wiha herî zêde di cînayetên ser kar de zarok jiyana xwe ji dest dane. 
 
Li gorî raporê di sala 2013'an de 59, di sala 2014 de 54, di sala  2015'an de 63, di sala 2016'an de 56 zarok, di sala 2017'an de 60, di sala 2018'an de 67 di 5 mehên dawiyê ya sala 2019'an de jî 26 zarok di cînayetên ser kar de jiyana xwe ji dest dan. Li bajarên wekî Riha, Dîlok, Stenbol, Antalya û Edeneyê zarokên karker jiyana xwe ji dest dane. Li vir herî zêde karkeriya çandinî tên kirin.