Li Sîlîfkeyê bi keda jinan tezgah tên vekirin

  • 09:06 11 Hezîran 2019
  • Ked/Aborî
MERSÎN - Jina bi navê Îlkay Metîn ya li plaja Susanoglu ya Sîlîfkeyê bi firotina xişir debara xwe dike, diyar kir ku gelek tezgahê li wir jinan vekirine û destnîşan kir ku jin dixwazin li ser piyên xwe bisekinin û azad bibin.
 
Jina bi navê Îlkay Metîn ya li plaja Susanoglu ya Sîlîfkeya Mersînê 5 sal in xişirên çêdike, difroşe, ji muhasebetiyê teqawît bûye. Îlkayê diyar kir ku xebat jinan xurt dike û wiha axivî: “Ez ji berê de ji xişir hez dikim. Ez ji xişirên ku bi destê jinan tên çêkirin hez dikim.”
 
‘Havîn û û zivistanê tezgeha xwe vedikim'
 
Îlkayê destnîşan kir ku piştî teqawît bûye dest bi çêkirina xişir kiriye û nêrînên xwe anîn ziman: "Ez demekê çûm qursa şardariyê min perwerde dît. Ez pratîka wê fêr bûm û min dest bi çêkirinê kir û firot. Ez pereyê xwe qezenc dikim û ev min kêfxweş dike. Hilberandin min xurt dike. Ji berê de ez dixebitim û her tim biser ketim. Ji bo jin tevlî hilberînê bibe qad bi sînorin. Ez ji bo hemû jinan pêşniyar dikim ku bila hewcedarê kesî nebin. Bila bi keda xwe li ser piyên xwe bisekinin. Dikarin li zarokên xwe jî binêrin û vî karî bikin. Rojê saetekê jî veqetînin dikarin bi serkevin. Ez havîn û zivastanê tezgaha xwe vedikim.”