Li ser erdan keda jinê heye lê navê wê tune ye

  • 09:14 4 Hezîran 2019
  • Ked/Aborî
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Di çandiniyê de ku jin kedek mezin didin, li ser erdan rengê binpêkirina kedê, şer û krîza aborî serdest e. Jinên bi salane li ser erdên tufrengan dixebitin diyar kirin ku şertên xebatê bi salane neguherîne û wiha got: “Mêr rûdinin em dixebitin. Dîsa jî keda me nayê dîtin.”
 
Dîsa yên li ser erdan di şertên giran de dixebitin jin in. Yek ji cihên herî zêde li pergala çawişiyê neheqî li jinan tên kirin Torbali ya Îzmîrê ye. Jinên li ser erdan wek keda erzan tên dîtin diyar kirin mêr li malê li qehweyan rûdinin lê jin li malê li her derê dixebitin.
 
Jina bi nave Hatîce Acar ku 20 sale kedê dide çandiniya tufrengan û got erd ji xwe re kirê kiriye lê ji ber lêçûn zêde ye kara wan her diçe dikeve û got: “Poşer, mazot, ceyran, av, zibil, pereyê karkeran bi zor em didin. Me kredî ji Bankaya Zîraatê kişand û em bi zor didin. Zarokên min li bazarê dixebitin. Ew kîloyê wan bi 6-8 TL difroşin. Yên halê erzan digirin. Ger neyê firotin jî em didin fabrîkaya ava fêkiyan. Kîlo bi 1-2 TL yî em didin.”
 
‘Ked heye nav tune ye’
 
Vesîle Şahîn jî destnîşan kir ku xwediyên erdan Tirkên herêmê ne û xebatkar jî Kurd an jî penaberên Sûriyeyê ne û wiha pê de çû: “Piranî karker jin in. Komkirina tufrengan rojane 65 TL ye. Ger navbeynkar hebe ev 59 TL ye. Piranî jî jin vî karî dikin.”
 
‘Li malê çayekê jî çê nakin’
 
Turkanê jî bi lêv kir ku mêr her tim li qehweyan rûdinin û bi keda jinan debara xwe dikin û got: “Em sibehê ji 05.00’an derdikevin heta nîvro dixebitin. Heta em tên malê çayekê jî çê nakin. Debara malê jî em dikin. Lê navê wan derbas dibe. Li vir her tim li ser me patron hene. Li vir em 10 kes dixebitin, mêrek bar dikşîne. Bazarvan mêr in, patron mêr in.”
 
Sadiye Melek a 28 salî jî got şertên kar hîna neguherîne û got: “Em di tariyê de li ser erd dest bi xebatê dikin. Hundirê serayê germ e, hemû ax e. Mar û sewalên din dikarin derkevin. Carna em tenê 5 deqeyan bîhna xwe didin. Tevî her tiştî em bi vî pereyî debara xwe dikin. Roj bi roj em di şertên girantir de dixebitin. Çewalek ard bûye 140 TL. Em ê çawa bijîn. Pergala çawişiyê jî me dide zorê. Her çawîş serî karkerî 5 TL komîsyon digire.”
 
Kudret Suer jî diyar kir karkeriya çandiniyê tê wateya xebata bê ewle û krîza aborî û şerê li Suriyeyê bandor li ser erdan jî kirye û got: “Em li dijî her cureyê şer in. Em xizan in, zêdetir xizan dikevin. Mirov koç dikin, dimrin. Her tişt biha bûye. Kirê zêde bûne. Em bi 100 TL diçin bazarê lê em nikarin tiştekî bikirin.”