'Hingiv pêşî li nexweşiyan digire'

  • 09:03 3 Hezîran 2019
  • Ked/Aborî
Dicle Demhat - Dilûcan Bozî
 
KOBANÊ - Jina bi navê Emîne Herkarî ya li Kobanê ya ku bi xwedîkirina mêşên hingiv debara xwe dike wiha got:"Bandor û fêdeyên xwedîkirina mêşên hingiv gelek in. Çimkî hingivê ku tê bi destxistin ji bo gelek nexweşiyan dibe derman, weke nexwaşiya dil, şekir, mîde, welidîna dayikan û îltihabê. Hingiv pêşî li hinek nexweşiyan digire. Loma eleqeya ji bo hingiv zêde ye. Ez jî hewl didim ku bi keda destên xwe ji bo tenduristiya gel xizmetê bikim û di heman demê de debara xwe bikim."
 
Di werza biharê de mêş li ser her cureyên  gulan digerin û xwarina xwe peyda dikin. Dema ku mêş xwe datînin ser gulan li pêy xwe bêhna xwe dihêlin da ku mêşên din dema hatin ser wan gulan bizanibin ku li wir nikarin sûd wergirin û yekser ji wir difirin û diçin ser hinek gulên din. Ji ber mêş  pir nazike ji ber sedemên derve zû dimire. Dema kêzik, xalxalok an jî gêrik dikevin cihê wan ew dimirin. Di heman demê de dema ku mêş aciz dibin û cihê xwe naecibînin ji wê derê jî dixeyidin û ji wê derê diçin. Ji xwe re cihek din ava dikin. Di salê de hingiv du caran tê derxistin, yek di meha 6'an û ya din di dawiya meha 8'an de ye. Hin cureyên mêşan hene tenê di meha 10'an de hingiv çêdikin. Mêşên herî navdar yên bi navê Îtalî û Sûrî ne.
 
Jina bi navê Emîne Herkarî ya 70 salî ya ji gundê Saqê yê girêdayî navçeya Çelebiyê ya Kantona Kobanê ye, bi xwedîkirina mêşên hingiv debara xwe dike û di heman demê de xizmeta ji bo tenduristiya gel dike. Emîneyê derbarê karê xwe de wiha dibêje:"Ez gelek ji karê xwe hez dikim. Çimkî ez hem debara xwe dikim û hem jî xizmeta tenduristiya mirovan dikim."
 
'Ji bo nexweşiyan hingiv gelek baş e'
 
Emîneyê di derbarê xwedîkirina mêşên hingiv de wiha got: "Ev bu 50 sal ez mêşan xwedî dikim, ji bo em debara xwe bikin û ji aliyekî din jî, hingiv weke dermanê xwezayî tê bikaranîn. Jinên ku zarokên wan çênabin hingiv dixwin nava kunciyên reş û bi zikê birçî dixwin bi wê awayê zarokên wan çêdibin. Ji ber ku mêş diçin ser gulan û toza gulan kom dikin ev jî dibe sedema anîna zarokan. Di heman demê de ji bo nexweşiyan jî hingiv gelek baş e."
 
'Ji bo mêşên hingiv divê mirov her baldar be'
 
Emîneyê destnîşan kir ku li herêmê çêregehên mêşan kêm in û wiha dewam kir: "Ji  bo mêşên hingiv em li herêmê digerin û çêregehan peyda dikin. Ji aliyekî din ve jî zirar digihêje mêşan dema ku cotkar zeviyên xwe derman dikin wê demê mêş dimirin. Carinan mêş cihê ku lê dimînin qebûl nakin û diherin. Loma ji bo mêşên hingiv divê mirov her baldar be." 
 
'Civak sûdê ji mêşan werdigire'    
                                             
Emîneyê bal kişand ser sûdgirtina ji mêşên hingiv û wiha got: "Xwedîkirina mêşan bi van rêbazan tê kirin. Em avê dikin nava keviran an jî tekelan ji  bo ku  lawir li ser kom nebe û jê venexe, di mehên havînê de mêş avê gelekî vedixwin hem ji ber ku germ e û hem jî dema çêkirina hingivê ye. Civak sûdê ji mêşan werdigire. Ev jî me kêfxweş dike."
 
'Hingiv feydeyên erênî li jinan dike'
 
Jina bi navê Xalîse Bozan jî axivî û teqez kir ku wê jî ji hingiv sûd wergirtiye û wiha pê de çû: "Tevî her tiştî em karê xwe dikin û gelek cureyên mêşan xwedî dikin. Mirov gelek sûdê ji hingiv digirin. Hingiv feydeyên erênî li jinan dike. Loma ji bo parastina mêşên hingivan em bang dikin. Em ê karê xwe bidomînin û bang li rayedarên çandiniyê dikim da ku dermanên baş li zeviyan bikin da ku di sala borî de ji ber sedema dermanan gelek ziyanên mezin li hilberîna mêş û hingiv kir."