Welatiyên ku dê cejnê peşwazî bikin: Em nikarin sifreyeke bi dilê xwe daynin

  • 09:04 2 Hezîran 2019
  • Ked/Aborî
AMED - Bi krîza aborî re her tişt buha bûye. Ji Cejna Remezanê re tenê çend roj man. Welatî û esnaf ji ber buhabûnê bi gazincin, welatî nikarin danûstanê bikin û esnaf jî nikarin tiştek bifroşin. Welatiyan diyar kirin ku îsal nikarin sifreyeke bi dilê xwe raxin.
 
Ji Cejna Remezanê re çend roj man. Welatî ji bo amadekariyê ketin nav liv û tevger ê. Lê mixabin diyar e ku bi krîza aborî re dê sifreyên welatiyan neyên nexişandin. Esnaf û welatiyan diyar kirin ku bi rojane ew nikare zikê xwe têr bikin. Bi hatina Meha Remezanê re jî bêtir krîza heyî xwe nîşan da. Welatî nikarin sifreyên xwe binexşînin û şekrokan bistînin. Esnafan jî xembariya xwe anî ziman û gotin ku ji ber neçarin dê dev ji esnaftiyê berdin.
 
‘Krîzê li cejnê jî da’
 
Xebatkara firoştgehê ya ku nexwest navê xwe bide, diyar kir ku îsal li gorî salên din buhayê şekrokan ji sedî 20 zêde bûye û wiha axivî: “Ne yên ku dikirin û ne yên ku difiroşîn ji vê rewşê razî ne. Welatî nikarin bistînin û em jî nikarin erzan bidin.”
 
‘Em nikarin sifreyek bi dilê  xwe daynîn’
 
Jina bi navê Perîhan Karabulut a ku amadekariya cejnê dike wiha nêrînên xwe anîn ziman: “Buhayê şîrînahiyê û şekrokan pir zêde bûye. Lê em neçarin ku bistînin. Em îsal nikarin sifreyeke bi dilê xwe daynîn ji ber ku her tişt gelekî buha ye. Hinek tişt hene ku em ê teserûfê ji wan bikin. Edî goşt ji bo me luks e.”
 
‘Şekrok pir buha bûne’
 
Şukruye Esen jî anî ziman ku wê şekrokên cejnê nekiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Weke her tiştî şekrok jî gelek buha bûne. Krîza aborî li cejnê ji da.”
 
‘Min tiştek nekirî’
 
Jina bi navê Şahsenem Gezen ku wekî jinên din der barê buhabûnê de gazincên xwe kirin wiha axivî: “Min qet tişek nekirî. Lê heke ez bikirim jî ji mecbûrî tiştên hewce ez ê bistinîm. Her tişt pir buha ye, êdî şekrokên cejnê jî luks bûne ji me re.”
 
‘Şekrokan temaşe dikim’
 
Muxlise Sayitoglu jî bi lêvkir ku li kolanan vala vala dimeşin û wiha axivî: “Dema em li kolanan digerin tenê temaşeyî şekrokan dikin. Ji ber bêperetiyê em nikarin hewcedariyên xwe yên cejnê pêk bînin. Bi krîza aborî re bêkarî jî zêde bû. Em ê heta kengê wisa bijîn nizanim.”